Li Iraqê rewş aloze..

Ji roja 1ê Oktoberê li Bexdayê û gelek bajarên din ên Iraqê xwepêşandan destpêkirin. Xwepêşendar daxwaziya çaksaziya dikin û dixwazin rewşa xirab dawî werê. Hêzên asayişê bi tundî li himber xwepêşandana sekinî û heta niha  60 kesî jiyana xwe ji dest dane û du hezar birêndar hene.

Serokwezîrê Iraqê Adil Ebdûlmehdî di derbarê xwepêşandanan de dibêje ku,  hikûmet soz dide ku pirsgirêkên xelkê sivik bike, xizmetguzariyan pêş bixe û ji bo peydakirina derfetên kar tişta ji dest tê bike. Ebdûlmehdî ji bo çaksaziyan alîkariya aliyên din yên siyasî dixwaze.

Serokê herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî jî di derbarê van bûyeran de dibêje ku, Xwenîşandanên sivîlî û aştîyane, mafeke destûrî ya paraztîye, lê nabe bihên guhertin bo tundûtîjîyê, pêkdadan, ajawe duristkirin, derkevtin ji yasayê, gef li asayîşa giştî, têkdan û helweşandina sazîyên dewletê.

Arîşeyên ser hev daketîyên Îraqê yên rojekê nîne, lê zade û reftar û sîyasetên şaşên dehan salên bûrî yên hikumetên duv hev re hatî yên Îraqê ne, ti hikumetek nekare di şevek û rojekê de wan arîşeyan çareser bike, bicihanîna xwazt û daxwazîyên gel, hevkarî û piştîvabnîya hemû hêz û alîyan divêt. Parastina asayîş û akancî û niha û ayîndeya welat erk û berpirsyartîya hemûyane.

Ji aliyek din serokê Parlementoya Iraqê Helbûsî da xûyakirin ku, “Pêwîst e hêzên emnî bi miameleke cudatir nêzikî xwepêşanderan bibin. Em jî bi parastina dam û dezgehên hikûmî, piştevaniya daxwazên xwepêşanderan dikin.

Serokwezîrê berê Heyder Ebadî dibêje divê hukumet biryara hilbijartinên pêşwext bigire.

Sedir dixwaze hukumet ji dev kar berde û dibêje , dê xwe jipiştevaniya hukumetê bidin aliyekî.

Kurtahî li himber van bûyeran helwestên cuda hene. Lê herkes hêza ku li pişta van xwepêşandanan minaqeşe dike. Hinek dbêjin Îrane û hinek jî dibêjin Amerikaye. Lê rewş gelek tevlîhev e û roj bi roj rewş aloz tir dibe.

Amerika xwepêşandana di demokrasiyan de wek mafekî dinirxîne dibêje bila herdu alî jî ji tundiyê dûr bin.

 

Nerîna min :