Şerê aliyên Tirk û PKK
Li Tirkiye dijberiya di navbera MHPê û CHPê de gor dibe. Ji berî çend roja ji bo axaftinek ya serokê CHPê Kiliçdaroglu, Devlet Bahçeli serokê MHPê bi tundî li dij derket û di derbarê Kiliçdaroglu da gotinên ne li ser rê gotibûn û herweha daxwaz kir ku bila Kiliçdaroglu bê dadgehkirin û rêya ku doz li himbe vebe bila bê pêkanîn.
Li ser vê daxûyanî û gotinên tund yê Bahçelî Kemal Kiliçdaroglu bersiva wî da . Di axavtinek ya xwe de Kiliçdaroglu dibêje: MHP me rexne dike, bila kesek me bi qewmiyeta me û niştiman perweriya me tawanbar neke û me imtihan nekin. Niştiman perwerî û qewmiyeta me me ya Ataturk e. Ne nijadperestiye. Em kesekî di vî welatî de ji hev cuda nakin. Herkesê ku, tu pirsgirêka wan Ala me re û Niştimanê me re tunebe cihê wan li ser sere me heye.
Şerê devikî di navbera MHPê û CHPê de gelek tund dibe, û herdu alî jî hevûdin bi nêzikbûna PKKê tawanbar dikin. MHP dibêje, CHP li gel terorista hevkariyê dike û dibe zeminek ji bo siyaseta PKKê, ji bo vê hevkariyê li gel HDPê ava dike. CHP jî MHPê bi hevkariya li gel Ocalan Tawanbar dike û dibêje, bila hevtînên li gel Abdullah Ocalan bêne eşkere kirin. CHP dide xûyakirin ku MHP di bingehê xwe de li gel terorista tifaqa dike. Aliyek Îmralî û aliyê din Qendil…!
Tê zanin ku li Tirkiye di dema hilbijartinên serokkomariyê de du tifaq pêkhatibûn. CHP, IP û SP Tifaqa Milet pêkanîbûn. HDPê jî bê ku tu peymanek nivîskî li gel vê tifaqî bike , pişgiriya wan dikira. Pişgiriya HDPê taybetî di hilbijartinên herêmî de bû sedemek deverên wek Stanbulê ji destê AKPê derket û CHP serkeft.
Niha di vê pêvajoyê de HDP û CHP hevdîtina dikin. Dixwazin bi awayekî tifaqa ku heyî pêşve bibin û deklere bikin. Lê CHP ji HDPê dixwaze ku, bi temamî bibin partiyek sivîl û pêwendiya wan li gel PKKê qet nemine û HDP vê yekê vekirî bêje. Lê di nava HDPê de ev yek problemek mezin peyda dike.
Nêzikbûna CHPê û HDPê di nava Tifaqa Milet de IPê jî ne rihet dike û ihtimala ku ev Tifak têkherê heye. Ji aliyek din hevkariya MHPê û AKPê jî di nava AKPê de ne rihetiyek peyda kiriye û Erdogan taybetî di siyaseta derve de li gora MHPê hereket dike. Ji aliyek din ve li bakurê Kurdistanê desthilata dewletê piranî di destê MHPê de ye. MHP di hukumetê de cih nagire, lê li bakur piraniya waliyên bajara, qeymeqamên qeza û berpirsên emniyetê ji MHPê ne . Ev yek AKPê ji xelkê dûrtêxe û MHPê bi hêztir dike.
Taybetî hewldanên avakirina hinek partiyên nû jî, ji bo AKPê dibe metirsiyek mezin. Eger AKP siyasetek nû dizayn neke û MHPê re bi vî awayî berdewam bike, hilbijartinên li pêşiya Tirkiye de AKP ya bi temamî ji desthilatê dûr dikeve , yan jî dê bikeve rewşek gelek aloz de.
Tişta balkêş ewe ku, heta wek vê gavê tu bedilek Erdogan û AKPê tuneye. Dê sibehî rewş çibe girêdayê helwesta Erdogan û siyaseta di du salên pêşiya mede rêve bibê ye.
Mixabin di hemû haletan de kurd ber linga ve diçin. HDP dengê Kurda digre ,lê ji bo siyaseta xwe ya ne Kurdistanî tu mafek Kurda naparêze û wek partiyek Tirkiye hereket dke û li gel çepên Tirka koalisyonekî de siyaseta xwe rêve dibe.
Ji bo Kurda ya herî girîng ewe ku, Kurd rêyek din peyda bikin. Li Bakur heta ku Kurd li ser bingehek netewî xetek siyasî ava nekin û mafê rewa yê gelê Kurdistanî neparêzin di her xelkek din biryarê li ser pêşeroja wan bide û ew jî nagihin tu mafekî.
5.10.2019
Nûçe/Analîz
N.Firat