Pêwîstî bi aramî û akincîya sîyasî û ewlehî heye

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî di derbarê bûyerên li Bexda û bajarên din yên Iraqê peyamek ragihand.

Peyama Nêçîrvan Barzanî:

Bi nîgeranî ve li bûyerên  û tundûtîjîyên van çend rojên Bexda û çend parêzgehên din yên Îraqê dinerîn. Xwenîşandanên sivîlî û aştîyane, mafeke destûrî ya paraztîye, lê nabe bihên guhertin bo tundûtîjîyê, pêkdadan, ajawe duristkirin, derkevtin ji yasayê, gef li asayîşa giştî, têkdan û helweşandina sazîyên dewletê.

Arîşeyên ser hev daketîyên Îraqê yên rojekê nîne, lê zade û reftar û sîyasetên şaşên dehan salên bûrî yên hikumetên duv hev re hatî yên Îraqê ne, ti hikumetek nekare di şevek û rojekê de wan arîşeyan çareser bike, bicihanîna xwazt û daxwazîyên gel, hevkarî û piştîvabnîya hemû hêz û alîyan divêt. Parastina asayîş û akancî û niha û ayîndeya welat erk û berpirsyartîya hemûyane.

Îraq di rewşeke hestayr de ye, ku pêwîstî bi aramî û akincîya sîyasî û ewlehî heye, alozî û têkdana asayîşê derkevtina bûyeran ji kontrolê, rewşê xirbtir û dijwartir dike. Ti tiştekê çareser nake û tevaya gelê Îraqê têde zerermend dibin. Hêvîdarîn hemû alî xwe girtî bin, yasayê biparêzin û berjewendîya balaya welat bixin berçavan . 10.04.2019

Nêçîrvan Barzanî

Serokê Herêma Kurdistanê

Nerîna min :