Cîhan

Li Îraq û Kurdistanê zêdetir ji 100 fîrmayên Swêdê hene

Li gor hindek çavkaniyan li Iraq û herêma Kurdistanê bêtirî 100 fîrmayên Swêdê bi sermiyanê milyarek dolarê amerîkî kar dikin.

Balyozê Swêd li Iraq Carl Mafgnus, duhî, serdana kargeha Awamedica ya dermanan li Hewlêrê kir û li wir daxuyanî da rojnamevanan û got:
– Serdana min bo herêma Kurdistanê, serdana dostayetî ye, bo wê yekê ye ku Swêd û herêma Kurdistanê bêtir nêzîkî hev bibin.
Mafgnus xuya kir ku ew kurdên ku li Swêdê dijîn rolekî wan ê baş di bihêzkirina têkiliyên navbera herdu aliyan de hebye.

Mafgnus bal kişand ku piraniya fîrmayên Swêd ên çalak dixwazin li herêma Kurdistanê veberhênanê bikin û wiha got:
– Ez ê roja înê biçim Dubey ku çend fîrmayên me li wir çalak in, ez ê hewl bidim ku bêne herêma Kurdistanê, ji ber ku herêma Kurdistanê gelek aram e  û ji bo veberhênanê jî pir baş e.

Back to top button