Kultur

Amed, Feqiyê Teyran bi bîr tîne

Feqiyê Teyran (1590-1660) yek ji helbestvanên kurd yên mezin û klasîk e. Feqiyê Teyran li Bakurê Kurdistanê, li gundê Miksê yê ku girêdayîyê Colemêrg (Hekarî) ye ji dayîk bûye. Lê Mikis an jî Miks, nuha girêdayîyê Wanê ye.

Li Bakurê Kurdistanê, şaredariya bajarê mezin a Amedê bi sernavê “Ne adar e, ne nîsan e / Îro roja Feqiyê Teyran e” roja 13ê vê mehê li ser pira Der Derî ya Amedê çalakiyeke li dar dixe.

Di vê bîranînê de, helbestan Lal Laleş, Kawa Nemir, serokê Kurdî-Derê Burhan Zoroglu, serokê Komeleya Nivîskarên Kurd Mehmet Devirin û şaredarê bajarê mezin ê Amedê Osman Baydemîr dê axaftinê bikin. Gelek kesên din jî dê ji dîwana Feqiyê Teyran helbestên wî bixwînin.

Jiyana fîlozofê kurd Feqiyê Teyran

Li gor hinek dîrokzanan jî têt gotin ku di 1590 de hatiyê dinyê û di 1660 de ji çûya ser dilavaniya xwe. Lê li ser van dîrokan ji vegotinên çûda tên gotin. Lê ya rastî ewê ku Feqiyê Teyran di 1590 wan de hatiyê dinyê û jiyaneke mazin û bi zanist berdewam kiriya.

Feqiyê Teyran, dema ku mirov bahsa wî bike, divêt ku mirov hinekî bi zane bahsa wî bike. Di gelek vegotin û nivîsanan de bahs têt kirin ku ew helbestanaveka an ji mirovakî ku şaira. Lê ya rasti ewê ku ew ne tenê mirovekî ku helbestvan an ji şaira. Ew Fîlozofekî ku mezine. Di dema xwe de li ser hizir pir kur bûya û pir nivîsandiya. Çend ku haya iro roja me, zêde pirtûkên wî ne hatibin ji, em zanin ku wî ne yek an ji du, hinek pirtûk ji nivîsandina. Li ser felsefe, dîrokê, dema xwe de û pêşketinên dema xwe hizre xwe anîya ser ziman.

Bi vê yekê re ku mirov jiyan wî bêne ser ziman, mirov wê bibinê ku wî zanistvanîtiyeke mazin di dema xwe de kiriya.

 Feqiyê Teyran, xwediyê tegihiştine dema xwe ya. Têgihiştine wî ji ya dema wî ji, mirov karê bêje ku buhurtiya. Ji ber ku em vê yekê bêjin, di destê me de hin dokument hene. Ew dokument ji pirtûka wî ya k heya rojeme me maya û ew helbestên wî yên ku gihiştine roja me.
Hizre wî mezine. Mezin dihzire û mezin têne ser ziman. Li ser dîroke olê ji xwediyê hizir û têgihiştineke ku mezine. Dîroka olê baş û qanc zane. Ew hizre olê bi felsefe re dihilde dest pê têne ser ziman. Bi vê yekê re mirov karê bêje ku ew mirovekî ku mazina. Dibêjê ku ´ew, bi hizir û pêşketine xwe, ji dema xwe buhurtiya´. Ya rasti ji ku mirov li jiyana wî û pêşketinên pêre dihizire, mirov vê yekê pêre dibîne. Mirov hizre pêre dibîne.

Feqiyê Teyran weke helbestvanekî, dema ku têt şîrovekirin têt ser ziman. Lê di rastiyê de ew mirovekî hizira. Filozofekî mezine yê kurd yê dema xwe ya.

Feqiyê teyran, di hizre xwe de xwediyê hizreke bi pergala. Li gor civaka kurd û kurdistanê dihizirê û hizre bi pergal dikê û têne ser ziman. Bi vê yekê re mirov karê bêje ku bi wê hizre xwe ya bi pergal re hizre pergala civaka kurdistanê ji têne ser ziman. Bi vê yekê re divêt ku werê fahmkirin û naskirin.

Bi vê yekê re, divêt ku mirov hinekî li ser hizre wî ji bisekinê. Hizre Feqiyê Teyran mezine.Hizreke ku rê şan dide ya. Ew bixwe ji mirovekî ku rê şan dide ya, bi hizre di serê xwe de. Feqiyê Teyran, Biqasî ku mirov ji berhemênwî yên ku mana ta roja me, mirov têdigihê ku ew di deme xwe de bihizre xwe de mazina û di nav civaka kurdan mazina û xwediyê rêzeke ku mazina ji. Bi vê yekê re, mirov karê bêje ku ew mazina.  Filozofên kurd, yên weke Êlî Herîrî ku berî jîn bûne, her çend ku ji wan hinek hizir gahabibina deme wî û bandûr li deme wî kiribin ji, lê dise divêt ku mirov bêje ku ew mirovekî bêgotin yê ku deme xwe de awa daya ya. Bi vê yekê re divêt ku mirov rastiyê wî bêne ser ziman.

Feqiyê Teyran, jiyanaka ku mezin jîn dikê. Li gelek herêmên Kurdistanê digerihê û li wanderan ji dimene. Lê piştî ku li mala bavê xwe li Çolemergê li dore Verezuzê ku hinek mazin dibe û digihê dema xortanîya xwe, demeke li Îdirê li cem Şêx ji dimene. Di wê demê de Li Îdirê, dergaha Şêx heya û bandûraka wî ya mazin li ser herêmê ji heya. Piştre, ku demakê li wir dimene, êdî divegerihê mala xwe û li wir ji ku demekê dimene piştre, êdî dikeve riyan de û diçê Cizîra Botan. Li Cizîre bota, demeke jiyana xwe ya dirêj dimene. Li wir biqasî ku ji dev têt gotin û ew gotin heya deme me hatine, têt gotin ku wî hinek pirtûk li ser hizir, dîrokê, olê û hinek mijarên din ji nivîsandina. Her ku çend ew pirtûkên wî yên bahsa wan têt kirin, ku heya roje me ne hatibin ji, em digihijne wê qiyantê ku wê pir nivîsandiya û hin pirtûk ji nivîsandina. Ev hizrê bi temen di pirtûka di derbarê jiyana wî de tê ser ziman.

Feqiyê Teyran ku demeka dirêj li cizîre bota dimene, piştre ji wir diçê û têt herême başûre Kurdistanê. Têt Zaxo. Piştre ji wir ji diçê Rojhelatê Kurdistanê, Kirmaşanê, Dînwerê. Li gor hin gotinan, têt gotin ku wî xwe gahandiya herême Xorasanê ji.

Di derbarê beşa jiyana wî ya li Cizîre bota de, pir tişt têne vegotin. Têt gotin ku mîre bota yê wê demê, di wê demê de li ser hin gotinne li xazîyekê digerihê.Demeke dirêj lê digerihê. Lê çidik û nakê na bine. Piştre têt gotin ku li ser gotina keşeyekî bi navê Tuma, ew feqiyê teyran ditenê cem xwe û jê dixweze ku ew xazîne jê re bibine. De ne, têt gotin ji mîr re, ku feqiyê teyran ji zimanê teyrikan fahmdikê û karê bi wan re bi peyîve. Li ser vê yekê, ew yeka jê têt xwestin. Piştre têt gotin ku bilêgerineke ew xazîne ji mîr dibine û radestî wî dikê û jê ji ti tiştekê ne hilde û piştre ji wir ji divaqatihê.

Di jiyana Feqiyê Teyran de, berî ku bigihê Cizre Bota, di rê de rastî keçeka bi navê Dilberê ji têt. Ew keç]]ik i gelek tişt hatina serê wê. Ew ji bandûreke mazin li ser feyqiyê teyran diberde. Feqiyê teyran, Alî wê keçikê dikê wê dikê ku ji wir rizgar bike. Keçik di mala bavê xwe ji Hez kurememe xwe Dilşad dikê. Piştre bi hev re diravin û têne herême din ku li wir mirovekî bi nav Raşit beg mîre. Xwe di sipêrine wî. Lê ew çav diberde keçikê û kurik dibujê. Lê keçik ji destê wî rizgar dibe û xwe di sipêre Çiyayê Raş. Li wir, keçik rastî Feqiyê Teyran têt. Ku rastî wê têt, keçik wî dişene mala bavê xwe ku xabera wê bide wan..

Ev buyar ji, bûyareke ku di jiyana feqiyê teyran de pir bandûrê lê dikê ya. Wî di jiyana wî bi hest û raman digihêne astaka mazin. Bi navê Dilberê ji, piştre hêbesteke wî ji derdikeve hole.

Ev zanistanê kurd ê mazin, bi hizre xwe re, iro ji li pêşîya pêşketine demê dimeşê. Ew mirovekî ku mazina. Li ser jiyana wî, ku mirov dihizirê, mirov dibne, ku divêt ku mirov hê ji gelek aliyên din ve ji divêt ku mirov wî bêne ser ziman. Ew roniyeke mazina di hizir û ramana kurdan de û ya herême xwe bigiştî de.

Çavkanî-pirtûka Feqiyê teyran (Abdusamet yigit)

 (Warvin)

Back to top button