Civak

Li Hewlêrê teqîn: Herî kêm 5 kes mirin

 

Hewlêr – Li paytexta Herêma Kurdistanê Hewlêrê, di saetên sibê de teqînek pêk hat û di encamê de herî kêm 5 kesî jiyana xwe ji dest da.

taqinawaLi gorî agahiyên polîsên Hewlêrê, di kargeheke hesin û pola ya li ser riya Hewlêr – Mûsilê teqînek pêk hatiye û di encamê de herî kêm 5 karkeran jiyana xwe ji dest daye û zêdetirî 15 kesan jî birîndar bûne.  

Midûrê Nexweşxaneya Hawara Demildest a Hewlêrê Piştewan Bekok, ji AKnewsê re diyar kir ku heta niha 10 birîndar gihandine nexweşxaneya wan û “rewşa 4’ê ji wan giran e.”

Rayedarekî Nexweşxaneya Hewlêrê ji AKnewsê re ragihand ku heta niha ceedê 5 kesan gihîştiye wan û ew rakirin tiba edlî.

 

 

(AKnews)

 

Back to top button