Şivan berê strana netewî ya Tirkan “memleteîm” got û paşê miletê xwe rexne kir: “Kurd ne sosyal in” (Malperên Kurdî û Youtube)
Di rewşa normal de Tirk peyva „memleketê” wek welat, war, niştiman bi kar dihînin. Her çi qas di zimanê wan de ev peyîv bi gelek gotinan hatibe bersivandin jî, eslen di zimanê Tirkî de têgeheke sedî sed „memleket” bibersivîne tune. Bo mînak, ew dibêjin „vatan” lê ev peyîv Erebî ye.
Dibêjin „ülke” ev jî Mongolî ye. Dibêjin „yurd” ev jî eslen ji zimanê me dihê, ji peyva „erdê” afirandine. Her Kurdek Serhedî baş pê dizane ku em jibo warê bav û kalan peyva „ûrdê” bikar dihînin. Di kilamên dengbêjiyê de ev gotin „ûrd û ocax” gelek dihête bikar anîn. „Ûrdê me wêran kirin!”
Her çi be, îro di Tirkî de jibo peyva welat sê-çar gotin dihête bikaranîn û hemî jî di heman wateyê de ne. Lê gava Kurd dibin mijara wan, ewan yekser hemî gotinên xwe jibîr dikin û peyva “memleketê” bikar dihînin. Ne bi tenê Kurd, jibo miletên din yên wek Ereb, Turkmen, Laz, Çerkez ûwd. heman peyvê bir bikar dihînin.
Peyva wan ya bi nav û deng jî ev e: “Memleketîne hoş geldîn!” (Tu xêr hatî memleketê xwe!) Gava Abdullah Ocalan revandin û anîn Tirkiyê, li hewa, di firokeyê de gava wî çavên xwe vekir û venekir,yek ji wan korsanên çavşîn ji Ocalan re wisa gotibû: “Memlektîne hoş geldîn!” Û Ocalan jî bi girnijîneke bi êş ew bersivandibû. Ocalan bi êş bû, jiber ku wî, wateya vê peyvê pir baş dizanî. Ez sedî sed bawer dikim ku mirovekî wek Abdullah Ocalan ku di pêşengiya vî şerê dijwar yê bi sîh salan li hember artêşa Tirk kiriye, vateya vê peyvê ji her kesî baştir dizanî û jiber vê yekê, qet tiştekî negotibû û bes bi girnijîneke xemgîn ew bersivandibû…
Jiber ku wateya peyva “memleket” jibo Kurdan ne welat, ne niştiman, ne ûrd û ne jî war e. Wateya vê peyvê, yan jî em bêjin armanca Tirkan ya bikaranîna vê peyvê ya jibo Kurdan, sedansed bi vateya mûstemleke (welatê dagirkirî) ye.
Yanê Kurdek eger peyva “memleketê” bikar bihîne, ev qebûl ji pejirandina sînorên mîsaqî milî ya Tirkiyê heta redkirina welatê Kurdistanê, rêwîtiyeke bê rûmet dixe pêş. Jiber ku peyva “memleket” ya bi wateya bikaranîna Kurdan, dixweze çepgirekî be, dixweze faşîstekî be, ferq nake, yekser înkara welatê Kurdan di nav wê peyvê de heye. Carina bi rengekî qebûlkirina Kurdan helwest bihête destnîşankirin jî, ev car memleket wateya xwe ya heqîqî ya Erebî vedigerîne wateyeke din; “mûstemleke!”
Çima?
Jiber ku Tirk Kurdistanê red dikin û eger mecbûrê pejirandinê bibin jî, wek mûstemleke qebûl dikin. Ji Fatîh Sultan Selîm, Yawûs Selîm heta Mustefa Kemal û Recep Tayyîb Erdogan welatê me ji layê îdeolojiya serdest ya Tirk, bi veşartî yan jî bi eşkeretî, bi wateya “mûstemleke” hatiye dîtin. Jibo ku vê peyvê veşêrin û Kurdan jî pê bixapînin, du sîlehên jehrîn derxistine ber me… Memleket û Anadolu… Herdu peyîv jî bes jibo înkara Kurdistana me hatine afirandin.
Helbet ev yek şerekî îdeolojîk ya li dij Kurdan e. Û dîsa mirov divê baş bala xwe bidiyê ser literature Ocalan û PKKê ya berê salên 1999an, jiber ku ev herdu peyîv bi sextekarî û kemînwariyeke mezin hatine projekirin, civaka Kurdên şoreşger û bi taybet gerîlayên PKKê, gava Kurdî biaxifin, peyva “welat” û gava Tirkî biaxifin, peyva “ülke”yê bikar dihanîn. Ev herdu gotin jî her çar parçeyên Kurdistanê dibersivand, jibo Kurdistaneke yekbûyî û serbixwe dihate bikaranîn.
Bi rastî fêkiya herî bi adan ya vî şerê sîh salan ev bû ku di hizra Kurdan de ji nûve “mûhayileya welatekî” hate serrastkirin. Û ev yek bêjî nebêjî, tekabûla dewleteke serbixwe dikir. Ocalan vê yekê baş dizane û jiber vê yekê di firokeya Tirkan de wî fêm kir ku niha bi esaretiyeke dijwar û ji nûve “mûstemlekebûn”eke dûr û dirêj dihate pêşwazîkirin û jiber vê jî, li ber wê pirsiyara bêlom ya korsanê çavşîn, bes bi girnîjîneke bi êş helwesta xwe dest nîşan kir.
Ji aliyekî din ew strana “memleketîm” ku ev çend roj in di Youtubê de dihête weşandin, ev car bi stranbêjekî me yê “netewî” dihête rojevkirin. Şivan Perwer, wezîrê çandî yê Tirkiyê Ertugrul Gunay û koma stranê ya Tirkî, pêkve strana “memleketîm” dibêjin, hem jî bi eşq û çoşeke bê hesab… Şivan Perwer jî bi sûretê xwe yê nû, ku misqalek Kurdînî tê de xwe diyar nake, piştî sîh salan vê strana “mûstemlekebûna Kurdistanê” dibêjin…
Û Şivan Perwerê diplomat, hîna wê helwesta xwe ya ecêb şêrove nekiriye, hîna di nav wê rewşa xwelîliserbûnê de ye, daxûyaniyek dide û dibêje:
“Kurd dîplomasiyê nizanin. Kurd ne sosyal in!”
Helbet ev yek heqareteke mezin e, yanê Şivan miletê xwe berjêr dike û di vê kiryara xwe ya bêxêr de pir çavsor e, bêpêrwa ye, mîna Tirkekî qise dike. Jiber ku miletên bindest daîm dihên berjêrkirin, êdî ev rewşa bêrûmetî wisa bilind dibe ku, êdî endamek ji wî miletê bindest jî wek dagirkeran navê miletê xwe berjêr dike û vê yekê ji xwe re heq dibîne.
Nimûneyeke trajîk bidim û pê bikaribim vê rewşa sosret ya Şivan baştir şêrove bikim.
Rojekê, „rewşenbîrekî sînameçêker” yê Kurd hat weşanxaneya me ya li Berlîn û di nav axiftineke xwe de wisa got: „Yahu, em xizmeta miletê xwe dikin, dixwezin sînemeya Kurd pêş biçe lê hinekan dihên me asteng dikin!” Min jî pirsiyar kir; „Kî ye ev xêrnaxwez?” Camêri yekser bi hêrseke mezin bersiv da: „Kurdekî bê şeref!”
De werin xwîşk û birayên delal, de werin û eger dikarin sebir bikin. Helbet hûn nikarin sebir bikin, jiber ku di wan rewşan de sebir bi tenê bêxîretî ye. Min jî sebir nekir û jê re got:
„Camêr, ez Kurdekî bêşeref nas nakim. Eger tu dibêjî heye, ez jî wisa te bibersivînim: Ez di vê leza hanê de rastê yekî wisa hatim, ev kes tu yî!” û min ew ji weşanxanê avête der.
Niha bifikirin, ku Tirk çi qas kûr ketine nav giyanê me. Gava sifeteke negatîf bihête gotin, bi helwesteke bê ar, bê heya û bê xîret, yekser navê miletê xwe dikarin dû re bêjin.
„Kurd ne sosyal in, Kurd dîplomasiyê nizanin, Kurdekî bêşeref, Kurd nezan in, Kurd xayîn in…”
Ev gotinan hemî jî eserên dagirkeran e, yanê rewşa kesayetiya mûstemleketiyê destnîşan dike û heta ev haletî rûhiye ya me ji nav me der neçe, ev karektera bêkarekterî nehête tasfiyekirin, ez texmîn nakim ku em xwe ji dagirkeran rizgar bikin.
Lê bersiveke min heye, hem jibo wan rewşenbîrên ku bi rihetî dikarin miletê xwe berjêr bikin, hem jî jibo hûnermendê me yê „netewî” yê sosret; ew „zanatî, sosyalî, dîplomatiya ku hûn behis dikin, sîlehên dagirkeran e. Heta lûleya wan sîlehan vegerînim gelê xwe û bi peyvên dagirkeran miletê xwe bikûjim, ez dê „nezan, asosyal, nedîplomat” bim. Jiber ku Kurd dikare bê her tiştî bijî, lê di nav rewşa bê rûmet û bê şerefiyê de rojekê jî nikare bijî…
Gelî xwekûjan, rewşenbîr û hûnermendên xweberjêrker, bila her tişt yên we bin, bila çavê we têr be. Ez û miletê min em tiştekî naxwezin. Em bi hezaran sal bes bi rûmet û şerefa „çiyayîbûnê” jiyan, ji vê şûnde jî rûmet û şeref têra min û miletê min dike…
KNN/Zeynel Abidîn Han
Heja Zeynel Abidin,\nGelek sipas ji boyna miqala we\nu kritiken we yen rast li ser Sivan PERWER, u gotinen wi yen sas.\nEz ji nivisn ve ra hem fikirim.\nEger Sivan klama memleketim e bistre ev ji mera gelek xirabe, çimki turquia memleketi wi nine.\nKurdistan welate wi ye,\nLi ser gotina Sivan Kurd ya SAS gori wi kurd sosyal nine eger ev pirsa li deve Sivan da derketiye e wi xirab kiriye u kurd pir ji jer xistiye gerek gotine xwe sunda hilde, biboriye milete me bixweze.\nDiroke da me kurrda du bave me ji cihe ki nehatiye çalkirin.\nJi qurna(sedsala) 6 da hetta roja iro Zordesten ereb ,tirken tacik u farsen xunxar kevireke me li ser kevira ne histine.\nEM MILETE ÇIYA'YE BILINDIN' U SER BILINDIN tu heqe keseken mina sivan tune ango be zane nikarin zimane xwe me ji kultura me ra direj bikin ….çi heyfe ,çi heyfe… ez kurde ki bakurim ser bilindim, bi milet u kultura xwe va ji bextewarim.\nEm nebiyen Erebe SEMO ,AEmede XANE ,Qanate KURDO ne .\n\nSilav u Rez\nGINO
Ez Nizanim Şivan perwer çi Kiriye unewqas\r\nêrîş dibin ser Mamosta Şivan ma xwiyaye Şivan perwer Cawê şil Firotiye