Di parlementoya Tirkiye de gengeşeyên guhertina destûrê berdewam dikin. Civînên di derbarê guhertina destûrê de tên kirin, minaqeşeyên gelek dijwar dibin. Wek tê zanîn partiyên wek CHP û MHP ji bo astengan di rêya guhertinan de çêbikin her tiştekî dikin. Lê ser vê yekê ve jî prosessa guhertina hêdî  jî be berdawame. Rewşa BDP-ê heta niha dê çi bike ne kifşe, gelek caran ew jî ji bo çêkirina astengan di refên partiyên mixalefetê de cig digrin û di dengdanan de beşek amade dibin.  Helwesta wan di dengdanan de ne kifşe.

Carcarna di hinek nirxandinên tên kirîn de tê gotin ku di hinek xalan de 3-4 parlementerên BDP dengên erê dane. Lê ji ber ku dengdan nehîniye rastiyê kesek nizane kî dengê xwe dide. Dema mirov rewşa Ak-Partiyê dinêre mimkine di hinek xalan de dengek yan du deng ji derê Ak-Partiyê ji bo qebulkirinê bine karanîn.

Heta niha 15 madde hatine qebûl kirin. Heta hemî made xilas bibin parlemento dê civînên xwe berdewam bike. Piştî ev pêla yekê xilas bibe . dê pêla duyem destpê bike.

Nêrînek

Bersiv :

Nêrîna te
Nav: