Ji mafê herkesî ye ku henekan bike. Mirovên ku dizanin henekan bikin, mirovine dinyadîtî û xwedî ezmûn in. Kesên ku dizanin henekan bikin, pir kêm in. Hin henek hene xweş in, hinên din bayix, ango bêtaam in. Hin henek jî hene bêwate ne û dikarin kesên ku dibin armanca henekan, sivik û pîs bikin. Heneka Şivan Perwer a li ser Pêşmergeyan jî sivikkirin û pîskirina Pêşmergeyan e.

Çi cara ku Şivan Perwer serdana Kurdistana Iraqê dike, Pêşmerge ne yên ku wî diparêzin. Pêşmerge ji hunermendê xwe hez dikin û qedrê wî digirin. Ji xwe strana “Wa hatin Pêşmergên me” yek ji xweştirîn stranên Şivan Perwer in. Pêşmerge ji vê stranê hez dikin. Ew ji Şivan hez dikin. Lê bi heneka xwe ya sê caran dubarekirî li pêşiya bêtir hezar kesên di konsêrta xwe ya li Berlînê de, Şivan îhaneteke mezin li Pêşmergeyên Kurdistanê kir.

Ku îrojroj beşek ji Kurdistanê azad e, bi xêra Pêşmergeyan e. Ku îroj Kurdistana Iraqê ewletirîn herêma Iraqê ye, bi xêra Pêşmerge û leşkerên kurd e. Di dema Sedam Hisên de, kesê ku dibû Pêşmerge, jiyana xwe rastî xetera girtin û xeniqandina ji aliyê zilamên rêjîma Bees ve dikir. Bi taybetî ew Pêşmergeyên wan rojan ciyê rêzgirtineke bêsînor in. Mirov ser hesabê wan henekan nake! Rastiya ku di konsêrtê de endamek parlamenta Tirkiyê û nûnerên balyozxaneya Tirkiyê li Berlînê jî amade bûn, sedemeke din e ku mirov Pêşmergeyan nake armanca henekeke ewqas bayix û bêwate.

Ji dema ku endamên hikûmeta Tirkiyê ji Şivan Perwer dixwazin ku vegere Tirkiyê, Şivan Perwer ser xwe çûye. Şivan şevekê yan konsêrtekê bernade bêyî ku ew teqez bike ku ew ne hunermendek biqail e, lê bêtir mirovek ku tirêna zanebûn û rewşenbîriyê lê çûye bêyî ku Şivan bikaribe lê siwar bibe. Çendîn Kurd qedrê Şivan Perwer digirin, çendîn hikûmet û serokatiya Kurdistana Iraqê qedrê Şivan digirin û di gelek munasebetan de destên wî yên dirêjkirî tije dollar dikin, ewqasî Şivan ser xwe çûye û nizane xwedî li vê rêzgirtinê derkeve.

Êdî dem hatiye ku Şivan Perwer hişyar bibe. Êdî dem hatiye ku Şivan Perwer rêzê li xwe û miletê xwe bigire. Êdî dem hatiye ku Şivan Perwer bizanibe ku axavtinên wî yên bêwate di konsêrtan de ziyanê digihînin wî û hezkirinên muzîka wî. Êdî dem hatiye ku Şivan Perwer bizanibe ku berjewendiyên wî yên şexsî ne li ser hesabê xelkê ye. Êdî dem hatiye ku Şivan Perwer lêborîna xwe bixwaze ji her Kurdekî, bi taybetî ji her Pêşmergeyekî Kurdistanê. Êdî dem hatiye ku desthilata kurdî Şivan Perwer baş nas bike!

Sîrwan H. Berko – Berlîn
E-Mail: [email protected]

(amude)

Nêrînek

  1. Gelo kak Sîrwan to dikarî ji me re rûn bikî gelo Şivan di wê konsêrê de di derheqa Pêşmerge da çi gotiye. Te tiştek xweş nivîsîye lê kakila meselê me nezanî ka gelo wî çi di rasta Pêşmerge da gotiye ??\nSilav û rêz

  2. Şivan Perwer Pêşmerge îhanet kirin:\r\n”Do şêr bûn, îroj zikmezin in”\r\n\r\nBERLÎN (amude.com) – Do li Berlînê paytexta Elmanyayê hunermendê binavûdeng Şivan Perwer Pêşmerge îhanet kirin. Di konsêrta xwe ya di “Haus der Kulturen der Welt” de Şivan bi zimanê elmanî behsa Pêşmergeyan kir û got: “Ew do şêr bûn, lê îroj zikmezin in.” Piştî ku wî bi devekî biken ev hevok got, wî sê caran destên xwe anîn pêş û daxistin mîna ku zikekî mezin nîşan dide. Çendîn Şivan Perwer ev yek wek tinaz got û pê re dikeniya, lê axavtina wî bû ciyê nerazîbûna gelek kesên amade. Ev yek bû sedem ku komek kes ji salonê derkevin. Bêtirî hezar kes amade bûn. Di nav kesên amadebûyî de komek ji welatiyên elman hebûn, ku hevserokê Partiya Keskan a Elmanî Cem Özdemîr jî yek ji wan bû. Herweha kevneparlamenterek AKPê ji Enqereyê hatibû Berlînê û ligel nûnerên balyozxaneya Tirkiyê beşdarî konsêrtê bû. Şivan Perwer çend caran bi zimanê tirkî axivî û herweha stranek bi zimanê tirkî pêşkêş kir.\r\n\r\n>> http://www.amude.net/

Bersiv :

Nêrîna te
Nav: