Polîtîk

Li Hewlêr Borsa vebû

Hewlêr – Li Hewlêra paytextê Kurdistanê, Borsa Kurdistanê vebû. Borsa Hewlêr bi 10 milyar dînara gavek yekem avêt di nav çerxa ekonomiya cîhanê. Bê goman ev yek ji bo Kurdistanê gelekî girîng e. Avakirina Borsaya Hewlêr bi konferansek medyayî li Helêr otêla Sheraton ji raya giştî re hate ragihandin.

Serokê Borsa Hewlêr Ahmet Abdulrahman Bengin got: Evê sal û nîvek e , em ji bo amadekirina avakirina vê borsayê xebatê dikin. Li gora daxûyaniya serokê Borsayê Ahmet Abdulrahman Bengin, ji bo istikrar û demanê hukumeta Kurdistanê jî, ji % 20 behra wê di borsayê de heye. Herweha dê hinek şirketên Bîyanijî pêşerojê de hinek behran bikirin.

Herweha dê hinek wezaret jî bikaribin bibin xwedî behr di borsayê de.

Back to top button