Polîtîk

Barzanî û Talabanî pişgiriya yekirina asayîşe dikin

Îro li Silêmaniyê Berhem Salih serokê hikûmeta Herêma Kurdistanê digel Hakim Qadir rêvebirê giştîyê asayîşa herêma Kurdistanê û berpirsên asayîşê civiya.

Di civînê de li ser pêşvebirina edaya karê asayîşê, girîngiya parastina mafê mirovan û bicihkirina aramî û ewlekariyê gotûbêj hate kirin.

Serokê hikûmeta herêma Kurdistanê di axaftina xwe de îşaret bi çend xalên giring kir û daxaz ji berpirsên asayîşê kir ku li ser van xana rawestin û giringiyê pê bidin; girîngiya parastina rewşa ewlekariyê, tedbîrên pêwîst ji bo parastina welatiyan di dema hilbijartinan, girîngiya parastina mafê mirovan û rêzgirtin li biryarên dadweran (hakiman).

Li dor yekkirina asayîşên herêma Kurdistanê de jî serokwezîrê hilûmeta Kurdistanê diyar kir ku komîteya yekkirina asayîşê dest bi kar bûye û hewl dide ku di demeke nêz de erkên xwe bicih bîne.

Salih diyar kir ku serok Talebanî û serok Barzanî jî piştgiriyên xwe ji bo hewlên ji bo yekkirina saziyên asayîşê yên herêma Kurdistanê nîşan dane.

Back to top button