Polîtîk

Li hember Bê Dadî û Gef Xwarinê Dengê Xwe bilind bikin

 

Dadigeha Mafê Mirov a Ewropa (DMME) biryar dabû, ku Selahaddîn Demirtaş bê berdan. Serokkomarê Tirkiyê Erdoğan jî derbareyê biryara DMME goti bû, ku “em pabendî biryara hanê nabin, li hember vê biryarê em jî bizav bikin vê dawiyê vê meseleye binin.”

Hêşta sê hefte li ser axaftina Erdoğan derbas nebibû, dadigeheka bilind a Îstanbulê, biryarê, ku berê derheqa Demîrtaş û S.S: Onder hatibû dayin tasdiq kîr û bi vî awayî “dawî li meseleyê hanê anî.”

Bûyera hanê destnişan dike, ku li Tirkiyê, sîstema dadî di xizmeta deshilata siyasî da ye û bi gor daxwaz û desturên vê biryar dide. Ev yêka hanê her usa nişan dide, ku Tirkiyê bi lez û bezî ber bi asoyekê reş ve diçe, bê dadî û neheqiyê bi ser vê welatê da digre.

Endamên din yên Îttfaka Cumhurê Partiye Bizava Nasyonalist-MHP, êrîşeka tund dike li ser hinek ronakbîr û nivîskar û hunermend, ku berê çend salan bi desturê hikumeta AK Partî di Guruba Merîvên Aqilmend” da cî girtî bûn û bona çareser kirina pirsa Kurd hewl dabûn.

MHP merîvên hanê wekî dijmin nişan dide û gefa wan dixwe û dibêje, ku “çavê me li ser ve ye” û bi vî awayî wana dike hedef bo êrîşên hêzên tarî, faşîst û nijadperest.

Serokkomar Erdoğan û partiya wî jî derbareyê êrîş û gefxwarina hanê yên şirîkê xwe bê deng e.

Bûyer û pêşhatiyên yek-du rojên dawî nişan dide, ku Tirkiyê bi lez û bez ber bi îdereya taqekesî ve diçe. Nişan dide, ku hikumeta AK Partî malvîranî, kavîlbûne nabine û guhê xwe nade daxwazên aşitîxwazan û dixwaze pirsa Kurd bi kurtir û berbelavtir kirina tundutijiyê va çareser bike.

Partiya Sosyalîst a Kurdistan-PSK, piştgiriya xebata Selahaddîn Demirtaş a huquqî dike û daxwaz ji hêzên hestyar dike, ku dengê xwe bilind bikin.

Em êrîş û gefxwarina MHP bo ser ronakbîr, nivîskar û hunermendan mahkûm dikin.

Em li hember êrîşên hanê piştgiriya wan dikin û ji hêzên aşitîxwaz, azadîxwaz û demokrat dixwazin, ku dengê xwe bilind bikin û piştgirî camêrên hanê bin.

Berpirsê her êrîşek bo ser merivên hanê, MHP û şirîkê wê AK partî ye.

05. 12. 2018

Partiya Sosyalîst A Kurdistan

Back to top button