Polîtîk

Li gunedekî Efrînê li rojavayê Kurdistanê heft jin birîndarbûn..

Li gundê Kaxreyê yê navçeya Mabata ya Efrînê 7 kes birîndar bûn.

Li gorî agahiyênji herê hatîb,, çekdarên bi navê koma Sultan Silêman Şah bacên bi darê zorê li ser gundiyên herêma Efrînê ya Rojavayê Kurdistanê sepandine.

Roja yekşemî 15ê Îlona 2024an, jinên gundê Kaxrê li dijî wê biryarê dest bi xwepêşandanê kirin, lê çekdarên koma Sultan Silêman Şah ya bi navê Amşat bi tundî rûbirûyê wan bûn û gule berdan jinên xwepêşander.

Li gora agahiyan di encama gulebaranê de heft jin birîndar bûne.

Navê jinên birîndar bûyîn wehaye: Chan Îso, Hesen Reşîd Îso, Neca Jabo, Zemzem Mistefa, Henîfe Abo, Eyşe Abo û Sadîqa Henan.

Gund ji aliyê çekdarên koma Sultan Silêman Şah ve hatiye dorpêçkirin û hemû ciwan û zilamên gund ji aliyê çekdaran ve hatine girtin.

Herweha înternet û telefona gund ji bo çend demjimêran ji aliyê çekdaran ve hatiye qutkirin, lê ji wê demê ve rewş normal bûye.

Back to top button