ENKS binpêkirinên li Efrînê bi tundî şermezar dike.
Encûmena Niştîmanî ya Kurd li ser binpêkirinên li Efrînê daxuyaniyekê ragihand. ENKS binpêkirina bi tundî şermezar dike.
ENKS li ser binpêkirinên li Efrînêdaxûyaniyek ragihand û dibûje: “Ji wê demê ve ku herêma Efrînê ketiye bin kontrola grûpên çekdar ên ku ji aliyê artêşa Tirkiyê ve tên piştevanîkirin, herêm rastî hejmareke binpêkirinên giran û sîstematîk hatiye ku weke tawanên li dijî mirovahiyê ne.”
ENKS dibêje:Ev alî bac û maldariyên zêde li ser sivîlan ferz dikin; ji bo vegerandina mal û erdan 5 hezar dolaran û ji bo her dareke zeytûnê jî 8 dolar. Tevgera Sultan Silêman Şah welatiyê Kurd Îdrîs Ebû û 4 kesên din ji gundê Kaxirê (Ekî Axor) revandin û 11 hezar dolar fidye xwestin, dema ku nekarîn fidyeyê bidin, hatin îşkencekirin û girtin. Dema ku jinên gund li ber baregeha fraksiyonê xwenîşandan kirin, hatin gulebarankirin, herwea gund ji aliyê leşkerî ve hat dorpêçkirin û hemû rêyên ragihandinê jê hatin qutkirin û di encamê de gelek jin birîndar bûn.”
ENKS berdewamiya daxûyaniya xwe de dibêje: “Herêm ji Tîrmeha 2024ê û vir ve bûye şahidê gelek şewatan, ku qadên berfireh ên zeviyên çandiniyê û daristanan wêran kirine. Encûmena Niştimanî ya Kurdî bi tundî ev binpêkirin şermezar kirin, herwesa bang li civaka navdewletî dike ku ji bo rawestandina van tawanan givaştinan bike.
Divê hemû aliyên çekdar ji deverên şêniyan bên derxistin û meclîsên sivîl ên ku ji xelkê xwecihî pêk tên bên avakirin, da ku xelk bi rûmet û ewleh vegerin malên xwe.”