Civak

Li gundekî ser bi Urmiyê ve cenazeyên 6 kesan hatin dîtin

Li gundekî bajarê Urmiyê yê Rojhilatê Kurdistanê termê 6 kesan hate dîtin. Rêvebirê hawarhatinê yê bajêr got, heta niha sedema mirina wan nayê zanîn û lêkolîn dest pê kiriye.

Roja yekşemî 20ê Nîsana 2025an, Ferzîn Rezazade rêveberê dezgeha hawarçûnê ya bajarê Urmiyê ragehand ku, termê 6 kesan di vilayekê de li gundê Talatapa ya ser bi Urmiyê hatiye dîtin.

Rezazade got: “Îro danê êvarê tîmên hawarçûnê bo gund hatin şandin û piştî giheştina cihê bûyerê û lêkolînên seretayî, 6 welatiyan di vilayekê de jiyana xwe ji dest dan.

Li gorî gotina Ferzîn Rezazade, 4 mêr û 2 jinên temenê wan di navbera 30 û 40 salî de hatine kuştin.

Rêvebirê hawarçûnê yê Urmiyê ragihand, sedema mirina wan nediyar e, lê lêkolîn li ser hatiye destpêkirin.

Back to top button