Civak

Li gundê Peyanîsê amadekariya koçberî

Gundiyên Peyanîs destpê amadekariyê koçberiyê kirin. Rûspiyen gund û saziyên civata sîvîl ji bo seknandina biryarê gundiyan hewldanekî mezin didin.

Li gundê Colemergê Peyanîsê di 16 Îlonê de teqînek pêkdihat û di encamê de jî 9 kes jiyana xwe ji destdabû bûn. Gundiyên Peyanîs ji ber ku faîlên teqînê  nehatine tespîtkirin îro bi danê sibê mal û milkên xwe bar kirin .
Li gundê Peyanîsê 300 xanî hene û tevahî gundiyan biryara koçberiyê girtin. Îro 150 xanî û sibe jî 150 xanî ber bi başûrê Kurdistan û rojhelatê Kurdistanê ve biçin. Rûspiyê gund Mehmet Tunç ( 85 ) rê li ber gundiyan girt û got ku ezê destûr nadim gundiyan derkevin. Ji navenda bajarê Colemergê jî rêxistina BDP û saziyên sîvîl hatin gundê Peyanîsê.

Gundiyên Peyanîs ji ber kêmaniya kamyon nedikarin bi yekcarî ji gundên xwe derkevin û îro digel barên xwe li derveyê gund ta ku peydakirina kamyonan di cihekî de disekinin.

Gundiyên Peyanîs  a niha ( 13:00 )  li derveyê gund disekinin û li wê derê bi pankart û bi dirûşmên xwe daxwaza tespîtkirina faîlan dikin.

Gundiyên Peyanîs  biryar dane ku ber bi Kurdistana başur rojhilat yan jî rojavayê ve koç bikin.

Back to top button