Hevdîtin di navbera hukumet û BDP-ê de pêkhat
Îro demjimêr 14.00-ê hevdîtina di navbera hukumetê û BDP-ê de pêkhat. Ji aliyê hukumetê, cîgirê serokwezîr Cemil Çiçek,Wezîrê Dadê Sadullah Ergin amade bûn. Ji aliyê BDP-ê jî hevserokên partiyê Selahattin Demirtaş, Gulten Kişinak û parlementerê Şirnexê Hesib Kaplan amade bûn.
Piştî hevdîtin dawî hat, hevserokê BDP-ê Demirtaş ji bo medyayê axivî û got: Ev hevdîtin gelek girîng bû. Me daxwaziyên xwe hemi ji hukumetêre gotin. Em dixwazin ev cureyê hevdîtina berdewam be. Dixweyê wê PKK agirbestê dirêj bike, lê muxatabê vê pirsê ne BDP ye. Divê piştî referandumê amadebûna desturek nû bête kirin. Me di vê derbarê de dîtinên xwe ji hukumetê re gotin. Emê pişgiriya destûrek nû bikin. Daxwaziyên BDP-ê kifşin. Xweseriya demokratîk û pêkanîna perwerdê bi zimanê dayîkê ye.
Cîgirê serokwezîr Cemil Çîçek jî daxuyaniya xwe de got: Divê mirov encama çareseriya hertiştekî di civînekî de nebînê, ev hevdîtinek normal bû, divê partiyên din re jî ev cureyên hevdîtinan bêne kirin. Hinek aliyan ev hevdîtin, wek hevdîtinên nehînî dan xuyakirin. Di bin bane parlementoyê de hevdîtinên nehînî çênabin. Piştî encamên referandumê divê rûpelek nû vebê. Milet tercîha xwe ji bo demokrasiyê kir. Sala 2007-ê me behsa hinek guhertinan kir lê mercên wê demê nehişt guhertin pêkwerin, îro mercên guhertinê hene, ji bo vê emê destûrek nû amade bikin. Emê dîtinên dezgehên sivîl û partiyên siyasî bistînin. Ji rijandina xwînê têra xwe dilê me hemiya şewitiye. Em di çerçova demokrasiyê de dikarin hemi pirsan gengeşe bikin. Em bawer dikin ku, tu pirsgirêkên ku newin çareserkirin di vî welatî de tunînin. Ya giring em li gora hukukê û çerçova demokrasiyê de ji bo çareseriya pirsgirêkan hewl bidin.