Cîhan

Google û YouTube diçin Kurdistanê

Şandeyeke wezareta bergiriyê ya hikûmeta Amerîkayê ya bi serokatiya Stan Lomîş li Hewlêrê  serdana wezareta guhastin û gehandinê ya hikûmeta herêma Kurdistanê kirn û ji aliyê Enwer Cebelî Şabo wezîrê guhastin û gehandinê ve hat pêşwazî kirin.

Şandeya wezareta bergirya amerîkî di dîdarekê de behsa armanca serdana xwe ya bo herêma Kurdistanê kir û got ku wan bi armanca ecamdana amadekariyan ji bo ku her du fîrmayên mezin Google û YouTube li herêma Kurdistanê karê sermayerazandinê bikin, serdana herêma Kurdistanê kiriye.

Ji aliyê xwe ve Şabo kêfxweşiya xwe li hemer serdana şandeya wezareta bergirya hikûmeta Amerîkayê nîşan da û got ku wezareta guhastin û gehandinê ya hikûmeta herêma Kurdistanê dê hemû hêsankarî û hevkariyê bi Google û YouTube re bike, da ku di karê xwe yê berhemînanê de li herêma Kurdistanê serbikevin.

Back to top button