Kemal Kerkûkî serokê parlamentoya Kurdistanê pêşwazî li Zekî Okçuoglu şaredarê bajarê Sakaryayê yê Tirkiyeyê û şandeya digel wî kir ku ev çend roj in bi hevalbendiya hejmarek bazirgan û karsazên Tirkiyeyê li herêma Kurdistanê ne.
Di hevdîtinekê de Zekî Okçuoglu diyar kir ku wan di çarçoveya serdana xwe de digel odeyên bazirganiyê yên Hewlêr û Dihokê protokolên hevkariyê îmza kirine û bazirgan û karsazên herêma Kurdistanê bo Sakarya û Malatyayê vexwendine.
Kemal Kerkûkî serokê parlamentoyê jî diyar kir ku aramî û tecrûbeya demokratîk a herêma Kurdistanê ji bo pêwendiyên bazirganî, kulturî digel hemû aliyan, nemaza digel Tirkiyeyê, zemîneke baş e û amadebûna herêma Kurdistanê bo bihêzkirina pêwendiyên herdu aliyan di hemû astan de nîşan da.
Weke tê zanîn Zekî Okçuoglu şaredarê bajarê Sakaryayê yê Tirkiyeyê û şandeya digel wî ku ji hejmarek bazirgan û karsazên Tirkiyeyê pêk tê,roja 22.09.2010ê serdana bajarê Duhokê kir bû û digel odeya bazirganiya Duhokê peymaneke hevkariyê îmza kir.
Di daxuyaniyekê de, Eyad hesen serokê odeya bazirganiya Duhokê got: Serdanên bi vî awayî gelek giring in, ji ber ku Tirkiye dewleteke cîran ku di warê bazirganî, tûrîzim, zîraet û pîşesazî de pêşketî ye. Em di wê bawerê de nek u divê têkeliyên me bi hev re bihêz bin.
Zekî Okçuoglu şaredarê bajarê Sakaryayê jî got ku armanc ji serdana wan ewe ku ji nêzîk haydarî rewşa herêma Kurdistanê bibin û têkeliyên pîşesazî û bazirganî bi odeyên bazirganiyên herêma Kurdistanê re ava bikin. Okçuoglu got: Ew hizra me bo herêma Kurdistanê hebû û nuha piştî me dîtî gelek cudahî heye. Li herêma Kurdistanê pêşketinên baş di warê bazirganî, abûrî û avadankirinê de çê bûyne. Em jî dê beşdariyê di pêşketina herêma Kurdistanê de bikin.
Xwedê dizane, hûn pasheroja Kurdistanê dixin xetereyê, We aboriya xwe, perwerdeya xwe, xurdemeniya xwe, hilberîna xwe daye destên Tirkan.\r\n\r\nProjekta we ya “Em dibin Dûbaî”, pûch e. Hûn ji statîstîkên zanistiyê sûd wernagirin. Petrol rojekê bidawî dibe. \r\n\r\nAvhewa tê guhertin ku axa we jî dikeve nav herêmên Cholistan. Sharezayî berî bi Bakur diche.\r\n\r\nZankoyê we hene lê mixabin zanistiyê nakin, nizanin. \r\n\r\nHûn sha dibin ku Tirk bi we re têkiliyan datîne. Lê em xemgîn dibin. Lewra hîn bi qasî me Romiyan nas nakin.\r\n\r\nChi bêjim, ez bash dizanim ji vir 30 salên din shûn de Kurdistana we dibe Misir, Somalî, ew betonên we, di destên we de dimîne. Zimanê we jî dê hêdî hêdî bibe Tirkî. Ma dibistanên Tirkan qey ji bo xêrê hatine?\r\n\r\nWax û wax li halê we.\r\n\r\nHilberîna kê nîne..\r\nArtêsa kê xurt nîne..\r\nChandiniya kê ne serbixwe ye..\r\nPishta wê ji erdê ranabe.