Dewletê Ozal kuştiye
![](/wp-content/uploads/Turgut_Ozal_322036954.webp)
Dema serokkomarê Tirkiye yê berê Turgut Ozal wefat kirî,di derbarê mirina wî de gelek tişt hatin gotin. Dihat gotin ku jehr daneOzal û ew kuştine. Pirsa kuştina Ozal ji aliyê birayî wî Kurkut Ozal ve çen cara hate gotin lê kesek li ser vê yekê nesekinî. Heta jina Ozal Semra Ozal jî bahsa kuştina Ozal kir .
Ji berî niha çend rojekî kurê Ozal Ahmet Ozal cardin kuştina babe xwe anî rojevê û hinek nav eşkere kirin. Di nav wan navan de nave generalekî derdiket pêş. Pîştî beyanên Ahmet Ozal, dozer ketin ser kar û dest lekolînê di derbarê mirina Turgut Ozal de kirin. Di vê çerçovê de bangê Ahmet Ozal kirine da ku here êfada xwe bide. Dixweyê bûyera Ozal hêdî di rojeva dadgehê de ye. Bûyîna vê yekê piştî referandumê jî balkêş e.
Niha piştî êfada Ahmet Ozal ihtimala ku, dozer bi tuhmeta kuştina serokkomarê berê Ozal hinek kes bêne dadgehkirin zehfe.