Belo: Hikumeta Malikî û Şehristanî dijminê herêmê Kurdistanin

Dijminatiya li hemberê gelê Kurd li her derê berdewama

Elî Hesen Belo wiha berdewam kir : Ev peyman ne qanûniye û li derveyê zagona bingehînê İraqêye.Di peymanê de maddeyekî nû hate dayîn ku petrol û gazên Kurdistan êdî nikare li ser axa Tirkiye bêne firotin. Firotina petrola Kurdistan bi destûrê İraqê re girêdidin. Bêguman ew peyman ne bi qontrola wezaretekiye. Peymanên ku di navbera her du welatê de tên kirin , mecbure ku di pêş de bi destûra Lijneyî Weziran pişt re jî bi destûra Parlamentoya İraqê derbas bibe.

Elî Hesen Belo da zanîn ku Hikumeta Malikî bi awayekî qanûnî wextê xwe tijje kir û ji ber vê yekî jî nikarin peymanên bi vî şeklî bikin û ew peyman jî ne qanûniye û li derveyê zagona bingehînê İraqêye.

Hikumeta Malîkî û Şehristanî dijminê Herêmê Kurdistanin

Hate fahmkirin ku Hikûmeta Malîkî û Şehristanî li dijî herêmê Kurdistan nefret û dijminatî dikin. Hikumeta İraqê di 18ê Tebaxê de li ser portokolek , berhemên petrola Kurdistanê ji %50 kêm kirin.
Pêwîste ku Hikûmeta Herêmê Kurdistan û Parlamenterên Kurd ên ku li Bexdayê de ne li hemberê vê nehaqiyê helwestekî nîşan bidin.

Nêrînek

  1. Temam îcar tevlî gramatîka nivîsarê nabim. Lewra min pê derxist birayê hêja Medîn Amedî hez ji rexneyan nake, her carê bi xetayên mezin nivîsarên xwe dinivîsîne û redaksiyona we jî ji halê xwe memnûn e. Min gotibû, xwediyê Kurmancî nîne, Kurman û Kurmancî sêwiyê ber deriyan e.\r\n\r\nGelo birêz Hesen Belo nizane ku dinya li ser berjewendiyan ava bûye? Gelo mustesharek viya bêje, xelkê pê henekên xwe neke, nebêje “Kakacanekam ma to chi dikey le meqamî xo?”. \r\n\r\nMa Ereb dostên we ne? Tirk dostên we ne? Ma hûn dîplomasiyê û hevaltiyê tevlîhev dikin? \r\n\r\nEz ne diplomatek im, ne jî pisporek. Lê hûn vanan bikin, Ereb jî tên rê, xala 140. jî tê pejirandin, Kerkûk jî vedigere ser xwediyê xwe, problemeke we jî namîne:\r\n\r\n- Fabrîkên hilberînê ava bikin. Pêdiviyên xwe bi xwe chê bikin.\r\n\r\n- Kirrîna xurdemeniyê pirr û pirr eyb e. Ma hûn nikarin rûnê xwe bi xwe chê bikin? Ma hûn nikarin shekirê xwe bi xwe chê bikin?\r\n\r\n- Guh bidin chandiniyê, seranser Kurdistan bo chandiniyê ye, hûn chi dikin. Biborin lê bûne tembel, hazirxwir. Kêfxwesiya Ereban nexweshiyek e û hûn jî hinekê bi wê nexweshiyê ketine. Bigirin das û tirpanên xwe herin zeviyan.\r\n\r\n- Artêsha xwe xurt bikin. Chekên nûjen bikirrin. Ji we tê hejmara pêshmergeyan bikin nîv milyon û kê zik berdaye bikin der. Mirov li pêshmergeyên we dinêre, biborin lê nashibin eskeran, dishibin kiftexwuran. Bila kes dilê xwe negire û gotina min ne ji bo tevahiyan e.\r\n\r\nShivan Perwer behsa zikan kir we negavka bikira xayînê neteweyî. Ma jiyan wisa ye? Ma bêî rexneyê demokrasî dibe.\r\n\r\nHeger em hez ji we nekinm rexne nakin. Kurdistan ne tenê welatê we ye jî, jibîr nekin.\r\n\r\nWe evana kirin de biila Malîkî nizanim kê dijminiyê bikin.

Nerîna min :