Serok Barzanî teqîna li Mahabadê bitundî şermezar kir

Serokê herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî, teqîna ku doh li bajêrê Mehabadê qewîmiye bi nivîsarekê riswa û şermezar kir û ev jî teksta ewê nivîsarê ye

Gelek mixabin, ku evroj çarşembê 22/09/2010 nûçeya teqîneka xwînawî gihijt me, ku li bajêrê Mehabada xweştivî di nava hevwelatîyên ezîzên evî bajêrî de çê bû û di encam de, çend hevwelatîyên bê guneh şehîd bûn û birîndar bûn. Bi evî awayî jî, xem û derd bi ser Mehabada xweştivî de hatin.

Em bi tundî û dijwarî, evan kirdarên weha yên nemirovane riswa û şermezar dikin û hevxemîya xwe jî, ji bo binemal û kes û karên şehîd û birîndarên evê teqînê radigihînin û em pirse û serexweşîyên xwe jî, pêşkêşî yek bi yekên ewan xweştivîyên xwe dikin.

Em daxwazê ji Yezdanê perwerdegar jî dikin, ku şehîdên me bi beheşta xwe ya berîn şad bike û birîndar jî zû bi zû çak bibin û selamet bin.

Em hêvîdar in, ku Xwedayê mezin sebrê û aramê bide me û hemû alîyan.

Mesûd Barzanî

Serokê Herêma Kurdistanê

22/09/2010

Nêrînek

Nerîna min :