Civak

Li gora wezereta parastina Tirkiye 6 çekdarên PKKê û leşkerekî jiyana xwe ji dest daye

Wezareta Parastina Tirkiye ragihand ku li herêma Operasyona Pençe-Kilîtê, şerê di navbera çekdarên PKKÊ û Artêşa Tirk de çêbûyî de, li gora tesbîtên ewil leşkerek Tirkiye û 6 çekdarên PKKê jiyana xwe ji dest dane.

Li gora medya Tirkî çekdarên PKKê hewldane bikevin nava baregeheka artêşa Tirk de û bi vê yekê şer derketiye.

Herweha li gora wezereta Parastina Tirkiye di şer de leşkerek jî birîndar bûye û li herêmê operasyon berdwam e.

Back to top button