Cîhan

Hêzên Amerîka û Brîtanyayê êrîşê Hûsiyên Yemenê kirin

Hûsiyên Yemenê ragihandin ku hêzên hewayî yên DYA û Brîtanya êrîşî bajarê peravê Hudeydeyê kirine.

Li gorî nûçeya televîzyona El-Mesîra ya girêdayî Hûsiyan, hêzên DYA û Brîtanya êrîşî herêma Ra’sa ya navçeya El-Selîf a Hudeydê kirin.

Di nûçeyê de hate diyarkirin ku 2 êrîşên hewayî li herêma El-Kasib û herêma Cah a li navçeya Beytul Fekih û herêma Taîf a girêdayî navçeya Dureyhîmî jî hatine kirin, lê têkildarî kuştî û birîndaran agahiyên zelal nehatin bidestxistin.

Têkildarî mijarê hê ji DYA û Brîtanya tu daxuyanî nedane.

Back to top button