Hevpeyvîn

Serokê Herêma Kurdistanê li Munchenê gelek hevdîtinên girîng pêkanîn

Serokê Herêma Kurdistanê Neçîrvan Barzanî, di çarçoveya Konferansa Asayişa Munchenê de gelek hevdîtin serok, wezîr û berpirsên welatanre pêkanîn. Trafika hevdîtinên serokê Herêma Kurdistanê gelek berfireh û serkeftîbûn.

Beşek ji hevdîtinên serok Nêçîrvan Barzanê:

Serok Nêçîrvan Barzanî ligel Wezîrê Derve yê Brîtanyayê civiya

Li Almanyayê di çarçoveya Konferansa Asayişa Munchenê de, Serok Nêçîrvan Barzanî pêşwaziya Wezîrê Derve yê Brîtanya David Cameron kir.

Di hevdîtinê de pêşhatên dawî û kêşeyên ewlekarî yên Iraq û Rojhilata Navîn, gotûbêjên Hewlêr û Bexdayê ji bo çareserkirina pirsgirêkên wan, hilbijartin û rewşa navxwe ya Herêma Kurdistanê hatin gotûbêjkirin.

Her du aliyan li ser geşedanên ewlehiyê, armanckirina hêzên hevpeyman li Iraqê û berteka wan, şerê li Xezeyê û rewşa aloz a Rojhilata Navîn nêrînên xwe danustandin. Wan tekez kir ku zêdekirina aloziyan metirsiyek cidî ye li ser aramiya herêmê.

Her li vê hevdîtinê de behsa hevkariyên Brîtanya li gel Iraq û Herêma Kurdistanê, rewşa emnî û siyasî ya Iraq û Herêma Kurdistanê, metirsiya DAIŞê li ser Iraq û Sûriyê û pirsa koçberên neyasayî hatin gotûbêjkirin.

Wezîrê derve yê Brîtanya pabendiya welatê xwe li ser berdewamiya hevkarî û piştevaniya Iraq û Herêma Kurdistanê û pêşxistina peywendiyan dûpat kir. Ji aliyê xwe ve Serokê Herêma Kurdistanê piştgirî û helwesta Brîtanya li hember Iraq û Herêma Kurdistanê bilind nirxand.

Serok Nêçîrvan Barzanî pesnê Fransa dide

Îro şemiyê piştî nîvro li bajarê Munchenê Serok Nêçîrvan Barzanî li gel Wezîrê Derve yê Fransa Stephane Sejourne civiya û rewşa Iraq û navçeyê gotûbêj kirin.

Her du alî hevbîr bûn ku îhtîmala bilindbûna aloziyan li Rojhilata Navîn metirsiyek li ser aştî û aramiyê ye û li ser wê yekê hevfikir bûn ku her hewlek ji bo kontrolkirina rewş û rewşa mirovî li Xezayê û gihandina alîkariyan bo mexdûran were kirin.

Serok Barzanî xweşhaliya xwe ji bo dostayetî û peywendiyên kevnar ên navbera Fransa û Herêma Kurdistanê nîşan da. Wî bi taybetî pesnê rola Serok Macron da. Ji aliyê xwe ve, birêz Sejurne dûpat kir ku welatê wî dê li ser piştevaniya Iraq û Herêma Kurdistanê berdewam be.

Serok Nêçîrvan Barzanî pêşwaziya şêwirmendê pilebilind ê Serok Biden kir


Îro şemiyê piştî nîvro di çarçoveya konferansa asayîşa Munchenê de li Almanyayê, Serok Nêçîrvan Barzanî ji bo karûbarên enerjî û veberhênanê li gel Şêwirmendê Serokê Amerîkayê Joe Biden, Amos Hochstein civiya.

Di hevdîtinê de peywendiyên Amerîka li gel Iraq û Herêma Kurdistanê bi taybetî di warê aborî, hevkarî û veberhênanên enerjiyê de, tedbîr û pêngavên dawî yên hinartina petrola Herêma Kurdistanê û gotûbêjên dualî hatin kirin.

Hochstein got ku Amerîka giringiyê dide aştî û aramiya Iraq û Herêma Kurdistanê û dixwaze derfet û hevkariyê di warên aborî, veberhênan û enerjiyê de pêş bixe û pabendbûna Amerîka jî berdewam be li ser piştgirî û alîkariya Iraq û Herêma Kurdistanê. Her du serokan her wiha rewşa ewlekariya Iraq û Herêma Kurdistanê, metirsiya li ser hêzên hevpeyman û dîplomatên Iraqê û bandora aloziyên li Rojhilata Navîn bi giştî gotûbêj kirin. ​

Serok Nêçîrvan Barzanî pêşwaziya Serokê Tîma Çavdêriya Serbixwe ya Encumena Asayişa Navdewletî kir

Di kongreya ewlekarî ya Munichê de Serok Nêçîrvan Barzanî pêşwaziya Volker Perses Serokê Tîma Çavdêriya Serbixwe ya Encumena Asayişa Navdewletî kir û Ratizhî Nûnerê Neteweyên Yekgirtî li Iraqê spasiya hebûna Neteweyên Yekgirtî û rola wê ya erênî li Iraqê û Kurdistanê di hemû waran de kir.

Ji aliyê xwe ve, birêz Perces amaje bi berpirsatiya xwe û tîma xwe kir ji bo nirxandin û pêdaçûnê li ser rol û karê tîma NY û ajans û rêxistinên wê li Iraq û Herêma Kurdistanê û herwiha derbarê rewşa niha ya Iraqê û ewlekarî û siyasî de pêşhatin, û têbînî û nerîn xwe bi Serokê Herêma Kurdistanê re gotin û gotubêjek berfireh û erênî kirin.

Gotûbêjkirina rewşa herêmê bi giştî aliyekî din ê hevdîtinê bû.

Serok Nêçîrvan Barzanî li gel Şahê Urdinê Şah Ebdullah civiya

Di çarçoveya Konferansa Asayîşa Munchenê ya Almanyayê de, Serok Nêçîrvan Barzanî li gel Şahê Urdinê Şahê Urdinê Ebdullah ibn El Husên Duyem civiya. Her du serokan li ser peywendiyên navbera Urdin, Iraq û Herêma Kurdistanê û pêşhatên niha yên li navçeyê gotûbêj kirin.

Her du aliyan nîgeraniyên xwe yên hevbeş derbarê zêdebûna potansiyela aloziyan li Rojhilata Navîn û encamên girîng ên wê li ser aştî û aramiyê anîn ziman. Herwiha tekezî li ser pêwîstiya hewlên hevbeş ji hemû aliyan bo parastina aramiya navçeyê kirin.

Her wiha Serok Nêçîrvan Barzanî pêzanînên xwe yên li ser peywendiyên dirêj ên navbera Şahnişîna Urdinê û Malbata Şahî ya Haşimî ya li gel Herêma Kurdistanê kir û her du alî tekez li ser bihêztir kirina peywendiyên dualî û berfirekirina warên hevkariyên hevbeş kirin.

Serok û Melik Ebdullah her wiha behsa metirsiya berdewam a terorê li Iraq û Herêma Kurdistanê kirin û tekez li ser berdewamiya hewlên bo rûbirûbûna vê metirsiyê kirin.

Serok Nêçîrvan Barzanî di hevdîtina ligel Wezîrê Berevaniya Almanyayê de spasiya Almanyayê kir

Îro danê nîvro li bajarê Munchenê Serok Nêçîrvan Barzanî li gel Wezîrê Berevaniya Almanya Boris Pistorius civiya. Her wiha pêzanînên xwe ji bo rola sereke ya Almanyayê di şerê li dijî DAIŞê de kir û spasiya xwe jî ji bo piştevaniya Almanya bo Iraq û Herêma Kurdistanê ragihand. Herwiha Serokê Herêma Kurdistanê destxweşiyê li Almanyayê jî kir ku di proseya yekgirtina hêzên Pêşmerge de alîkariya wan kiriye.

Li hember de jî Wezîra Berevaniya Almanyayê pêzanînên xwe ji bo rola serekî ya Pêşmerge di şerê li dijî DAIŞê de û berdewamiya piştevaniya welatê xwe bo Iraq û Herêma Kurdistanê di şerê li dijî terorîstan û metirsiyên ewlehiyê de nîşan da.

Serok Nêçîrvan Barzanî û Serokwezîrê Ermenistanê peywendiyên du alî gotûbêj kirin

Di çarçoveya duyem roja Konferansa Asayîşa Munchenê ya li Almanyayê da, birêz Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê, îro şemiyê 17.02.2024ê digel birêz Nicol Pashinyan Serokwezîr Ermenistanê civiya.

Di civînê da li ser derfet û çawaniya pêşxistina peywendiyên Iraq û Herêma Kurdistanê digel Ermenistanê, bi taybetî di warê aborî û bazirganî da, rewşa Iraq û Herêma Kurdistanê, bandor û encamên rewşa aloza Rojhilata Navîn û şerê li Ukraynayê gotûbêj kirin.

Her du aliyan amadebûn û xwesteke xwe ya ji bo zêdetir pêşdebirina peywendiyan di hemû waran da nîşan dan û di vê derbarê behsa bernameya serdana çaverêkirî ya Serokê Herêma Kurdistanê ya ji bo Ermenistanê kirin.

Rewşa navçeyê bi giştî û girîngiya parastina aramiyê di civînê da gotûbêj kirin û tekezî li ser çareserkirina aştiyane ya pirsgirêkan kirin.

Serok Nêçîrvan Barzanî digel Wezîrê Derve yê Behreynê civiya

Di çarçoveya Konferansa Asayîşa Munchenê ya li Almanyayê da, birêz Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê, îro şemiyê 17.02.2024ê digel birêz Ebduletîf Bin Reşîd El-Zeyanî Wezîrê Derve yê Behreynê civiya.

Di civînê da gef û pirsgirêkên li pêşiya aştî û aramiya Rojhilata Navîn ku, ji encama şerê li Gezzeyê û encamên wê hatine holê gotûbêj kirin. Di vî derbarê da tekezî li ser pêwîstiya çirkirina xebatên li ser astê herêmî û navdewletî yên ji bo parastina aramiyê kirin.

Di mijareke din a civînê da xwesteke xwe ya hevbeş ya ji bo pêşxistina peywendiyên Behreynê digel Iraq û Herêma Kurdistanê û berfirehkirina hevkariyên hevpar di navbera wan da nîşan da. Di vê derbarê da bi pêwîst zanî ku li ser wan derfet û warên di navbera wan da hene kar bê kirin.

Rewşa Iraq û Herêma Kurdistanê û gef û metirsiya terorê li navçeyê jî di civînê da hatin gotûbêj kirin.

Serok Nêçîrvan Barzanî digel Wezîrê Derve yê Vatîkanê civiya

Di çarçoveya duyemîn roja Konferansa Asayîşa Munchenê ya li Almanyayê da, birêz Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê digel birêz Paul Gallagher Wezîrê Derve yê Vatîkanê civiya.

Di civînê da, peywendiyên Vatîkanê digel Iraq û Herêma Kurdistanê, rewşa pêkhateyan li Iraqê bi taybetî li Herêma Kurdistanê, rewşa siyasî û emnî ya Iraqê, peywendiyên Hewlêr û Bexdayê, şerê li Gezzeyê û rewşa herêmê bi giştî gotûbêj kirin.

Wezîrê Derve yê Vatîkanê xwesteka welatê xwe ya ji bo zêdetir pêşxistina peywendiyên digel Iraq û Herêma Kurdistanê nîşan da û rewşa pêkhateyan û pêkvejiyana li Herêma Kurdistanê bilind nirxand û dupat kir Qedasetê Papa bi birêz û hezkirin li Herêma Kurdistanê dinêre.

Serok Nêçîrvan Barzanî spasiya piştevaniya berdewam ya Vatîkanê ji bo Iraq û Herêma Kurdistanê kir û rêz û silavên xwe ji Qedasetê Papa ra şandin. Serok Nêçîrvan Barzanî ji Wezîrê derve yê Vatîkanê ra got ku, Herêma Kurdistanê dê hertim ji bo hemû pêkhateyan welatê pêkvejiyan, hevdûqebûlkirin û toleransê bimîne.

Back to top button