CîhanRojev

Li gora Swêd Diyarbekir bajarek ewleye

Wezereta derve ya Swêd ji berî demekî bala hemwelatiyên xwe kişandibû ku, serdana hinek bajarên Tirkiye û bakurê Kurdistanê nekin. Taybetî bajarên wek Amed, Dîlok, Mêrdîn, Riha, Wan, Sêrt, Dêrsim, Çewlig, Îdir, Agirî, Şirnex û Colemêrg di sere lîsteya bajarên ne ewlekar de cih digirt û herweha ji hemwelatiyên xwe daxwaz kirîbû ji bo ewlehiyê heta 10 kilometreyî nêzikî sinorê rojava, başûrê û rojhilatê  Kurdistanê nebin.

Lê niha wezereta derve ya Swêd biryarek da ku li Tirkiye û bakurê Kurdistanê cihên ewle û ne ewle biguherê. Di serî de Diyarbekirê ji lîsteya bajarên ne ewle hatiye derxistin.

Di vê derbarê de wezira derve ya Swêd Ann Linde li ser hesabê xwe yê Twitterê daxûyaniyek ragihand.

Wezereta derve ya Swêd niha dibêje ku; Eger ne pêwistbe serdana bajarên Şirnex, Colemêrg, Hatay û Kîlîsê nekin û 10 kîlometre ji sînorê Sûriyê dûr bêxin.

Dixweyê hatina Biharê û berbi çûyina demsala Havînê bandora xwe li vê biryara wezereta derve ya Swêd dike. Ji ber ku di van demsalan de gelek hemwelatiyên Swêd ji bo geştiyariyê serdana Tirkiye bakurê Kurdistanê dikin.

Back to top button