Li Geverê rewş xirab e
Li bajarê Çolemergê û qeza Geverê tevlîhevî çikas diçe zêde dibe. Li gora agahdariyên ji herêmê tên li bajarê Çolemergê, gelek polisên taybet li nava bajêr û rêyên ketin û derketina bajêr sekinîne. Xelk gelek ne rihetin û nizanin dê kengê çi bibe. Hergav dikare teqandinek civakî pêkwerê û xelk dakevin kolanan û nav polis û xelkê de hevçûn çêbibin.
Li Geverê ji dohî ve, bûyer berdewamin polîs li gelek deverên bajarê Geverê bilav bûne û rêyên sereke yên tênê bajêr girtine. Herweha xwepêşandan li kolanan kevir û molotofan erîşê polîs dikin. Li Geverê hevçûnek berfireh li heye.
Bûyerên li Çolemergê û Geverê piştî kuştina 9 çekdarên PKK-ê destpêkiriye û hêjî berdewame. Ji bo van bûyeran xelkê nekarîn cejna xwe pîroz bikin û van bûyeran ev cejn li xelkê deverê kire jehr.