Polîtîk

Semînera ”girtiyên nexweş” li Stockholmê pêk hat

Duhî li Stockholmê, semînerek li ser ”rewşa girtiyên Kurd yên nexweş di zindanên Kurdistanê û Turkiyê” de pêk hat. Semîner ji aliyê dezgeha mafê mirovan Kurdocide Watch-CHAK ê ve hatibû organîze kirin. Namzêtên partiyên siyasî li Swêdê jî başdar bûn û axaftinên bi wate kirin. Pêşkêşkêrên semînerê Seyidxan Anter û Ayşe Goktepe bûn.

Axaftina li ser navê CHAK ê li ser rewşa nexweşên girtî, ji aliyê kordînatorê rêkxistinê, Azad Heyder ve hate kirin. Heyder bala beşdaran kişand ser rewşa girtiyên nexweş di zindanan de û tabloyek li ser hejmara kesên nexweşiya wan giran e pêşkêş kir:Hejmara nexweşên giran di  zindanan de zêdeyî 300 kesan e, zêdeyî 50 kesan ji wan pêwîstiya xwe bi tedawiya li derve heye û divê ji hepsê bêne berdan.
Heyder bang li serekomar û wezîrê edaletê yê Turkiyê kir ku pirsê çareser bike: ”Adli tip kurumu” ne bi şêweyekî tibî lê ji awira siyasî ve nêzî nexweşên Kurda di zindanan de dibe. Rê nade ku nexweş li derve bêne tedawîkirin. Bi raporên xwe rastiya heye vedişêrin û berê nexweşên xedar didin mirinê. Divê tedbîr bêne girtin, helwest û raporên wan bibin cihê lêkolînan û çavdêriya ser wan zêdetir bibe. Divê rêvebirên Turkiyê dest bavêjin pirsê û wê çereser bikin.

Ji Partiya Demokratên Mesîhî Caroline Syzber giraniya axaftina xwe li ser rewşa rojavayê Kurdistanê, plana neteweperest ya kembera erebî û pêlkirina mafê mirovan li Kurdistanê bû. Syzberê, hikumeta Suriyê rexne kir û paşê li ser rewşa girtiyên Kurd di zindanên Turkiyê û Kurdistanê rawestiya û got ku, pêkanînên Turkiyê li dijî peymanên navnetewî ye û ew ê li ser pirsê raweste, bibe partiya xwe. Divê pirsa Kurd were rojeva siyasî ya EU û cîhanê. Ji bo vê jî xebatên min û dê bidome.

Ji Partiya Çep Hediye Guzel giraniya axaftina xwe da zarokên di zindanan de: Turkiye çend qanûn ji bo zarokan da guhertin, lê hîna jî zarok di hepsan de hene û têne girtin. Em ê xebata xwe li ser pirsê bidomînin. Hejmarek şaredar û siyasetvanên Kurda girtî ne, em xwe amade dikin ku, roja dadgehkirina wan li Amedê amade bin. Divê ew bêne berdan. Helwesta Turkiyê û ya adli tipê li dijî girtiyên Kurda qet nikare bê qebûl kirin. Em ê li ser vê pirsê jî kur bibin û gavên pêwîst bavêjin. 

Di semînerê de, beşa rêvebirina analîza li ser rapora pêlkirina mafê mirovan li hepsa Mêrdînê, ji aliyê cîgirê serokê giştî yê CHAK ê, rojnamevan Gabar Çiyan ve hate kirin. Mêvanê Çiyan, serokê berê yê odeya doktoran li Mêrdînê Dr. Kamiran Yildirim bû. Di hevpeyvîna bi Dr. Yildirim re, li ser raporê û pirsa sihetê di hepsan de hate axaftin. Ji rapor û axaftinên hatin kirin derket holê ku, Ji ber derenghiştina kesên nexweş, nexweşiya wan girantir dibe û rewşa wan xiraptir dibe. Divê girtiyên nexweşiyên wan giran in, bêne berdan û li derve tedawî bibin. ”Adli tip” ku bi biryara tedawiya nexweşên giran li derve dide, di biryarên xwe de ne adîl in, li derveyî pîvanê tibê, û bi şêweyekî siyasî nêzî nexweşên Kurd dibe. Anku li derveyî qanûnan tevdigerin û divê rê li ber vê helwestê bê girtin. Kêmbûna avê di hepsan de, tesîrê li paqijiya giştî dike û rê li ber nexweşiyan vedike. Her wisa, odeyên hespê teng in û zêdeyî kapasîteya xwe bi girtiyan têne dagirtin.

Sînemakar û şanoger Kemal Gorgu bi monologa ”stiranek ji hepsê” reng da semînerê.

Ji Partiya Sosyal Demokratan Evin Çetin qala qonaxa nû ya di navbêra partiya xwe û BDP ê de kir. Li ser konferansa Sosyal demokratan bi hevkariya CHAK ê li Stockholmê, beşdarbûn û axaftina parlamenterê BDP ê di konferansê de kir. Vê gava nû weke serkevtina neslên nû yên Kurdan di siyaseta Ewropayê de kir. Wê ji Kurdên Ewropayê xwest ku, perwerdeya zarokên xwe cidî bigirin û alîkariya kesên bi siyasetê ve mûjil in, bikin. Bi vê rêyê em dikarin pirên nû di navbêra xwe û Ewropiyan û cîhanê de ava bikin, dest bavêjin pirsa xwe.
Çetinê ji Turkiyê xwest ku, alîkariya nexweşên girtî bikin, nexweşên xedar jî ji bo tedawiyê serbest berdin. Evinê anî zimên ku ew pirsê raçav dikin û gavên pêwîst bavêjin.

Ji Partiya Moderatan Rebuar Fredon kêfxweşiya xwe ji bo beşdarbûna aktîf ya Kurda di partiyên çep û rast de anî zimên. Wî hêviyên xwe ji bo pêşerojek ronî li her çar aliyê Kurdistanê eşkere kir. Wî got ku, ew ê herdem ji bo pirsê bixebite û di nava partiya xwe gavên pêwîst bavêje. Partiya wî ku rêvebiriya hikumetê dike, li dijî bêkariyê gavên erênî avêtiye û xebata wan li ser pirsê dê bidome.

Ji Partiya Derûdorê (keska) Emin Maskan qala xebatên li ser pirsa kurd li bajarê Uppsalayê kir û wisa dom kir: Ez êşa girtiyan û malbatên girtiyan fêm dikim. Kesên nexweş ku rê li ber wan tê girtin û nayên berdan cihê xemgîniyê ye. Ez ê di demek kin de pirsê bibim ji partiya xwe re û em ê bînin rojeva xwe. Divê pirs çareser bibe û nexweşên giran bêne berdan. Ez  dixwazim ku partiya me ji bo çareserkirina pirsgirêka Kurd ne tenê li Swêd lê EU jî çalak bibe. Em ê xebata xwe di vî alî de xurt bikin.

Ji Partiya Sosyal Demokratan Bawer Kevir anî zimên ku, ew bi xwe di zindana Amedê de maye û di îşkeyan re derbas kirine. Lewma êşa girtiyan baş zane û wê pir alî li ser pirsê xebatê bike, pirsê di nava partiya xwe bike cihê niqaşê.

Îro, li ser encama semînerê daxuyaniyek ji aliyê Gabar Çiyan ve hate dayîn: Ev demek e em pirsa nexweşên Kurd di zindanan de dişopînin. Her wisa daweya li dijî şaredar, siyasetvan û parêzvanên mafê mirovan hêja didome. Ji bo herdu pirsan amadekariya me ji bo kampanyek netewî û navnetewî didome. Semînera duhî, destpêka kampanya me bû. Kampanya dê bi şêweyekî guhertî û çalakiyên cewaz ji aliyê komeleyên endam ve bêne pêkanîn. Ji bo azadiya nexweşên giran û siyasetvanê herêmî em ê di çarçoveya plana xwe, gav bi gav bighêjin hedefa xwe. Hêviya em ew e ku Turkiyê şaşîtiyên hene bibîne, wan rast bike û tedbîrên cidî bistîne.

CHAK Navenda dokumentasyonê & EuroKurd News

Back to top button