Kultur

Ji Müslüm Gürses stranên Kurdî!

Ji TRT Şeş ê Sûrprîza Eydê “Müslüm Baba!”

TRT 6 ku piştî TRT 1 ê di nav kanalên TRT ê de xwedî raytînga herî mezin e, her roj bi sûprîzên nû û cûr be cûr derdikeve pêşberî temaşevanên xwe.  
TRT 6 ji bo Eyda Remezanê gelek bernameyên taybet amade kiriye, lê belê sûrprîza herî mezin ji bo roja 3. ya eydê, ango ji bo roja Şemiyê veşartî ye.
Nîlûfera Rengîn ku şeva Şemiyê, di seet 21.00 an de bê hemberî ekranan, wê mêvanê bernamê stranbêjê Arabeskê yê navdar Müslüm Gürses be.

Müslüm Gürses ku cara yekem e derdikeve kanaleke bi Kurdî, ji bo dîmenên bernameya Nîlûfera Rengîn ya Eyda Remezanê, di stûdyoyên Ciner de rojek derbas kir.

Müslüm Gürses ku di kişandinan de gelek kêxweş û şad û dixwûya, him bi Kurdî stran gotin û him jî bi Kurdî peyamên eyd û aşîtiyê da. 

Nîlûfer Akbal ku bernameya Nîlûfera Rengîn amade û pêşkeş dike, ji avabûna TRT 6 heta niha hunermenda herî teybet ya şaşeya tv yê ye, Nîlûfera Rengîn her Şemî di seet 20:30 an de li ser  TRT 6 ê ye. 

Müslüm Gürses ku pesnê stranbêjî û bestekâriya Nîlûfer Akbalê da, kêfxweşî û bextewariya xwe ji temeşavanên TRT 6 yên li Tirkî, Iraq, îran, Suriyê û yên ku li Ewrupa temaşe dikin re nîşan da.

Hunermendê navdar ku bi Nîlûfer Akbal û Murat Akgün re stranên bi Kurdî got, bal kişand ser zimanên ku li Tirkî tên bikaranîn û van zimanan weke dewlemandiya welat şîrove kir.

Müslüm Gürses ku strana hunermendê navdar Şivan Perwer ya bi navê Canê Canê bi Kurdî xwend, peyamên Eydê da û qala zarokatiya xwe ya li Ruhayê kir.

Nîlûfer Akbal, dilşadiya xwe ya bi mêvantiya Müslüm Gürses anî ziman û xwest ku di pêşerojê de hunermendên wek; Sezen Aksu, İbrahim Tatlıses, Muhsun Kırmızigül û Tarkan bike mêvan. 

Bernameya Nîlûfera Rengîn, di Roja sêyemîn ya Eyda Remezanê ango di 11 Îlonê, seet 21:00 a şeva Şemiyê de wê li ser şaşeyên TRT 6 ê be. Nîlûfera Rengîn di bernameya eydê ya taybet de, ji we re sozdana 120 deqîqeyên têrtije şox û şeng û mûzîkê dide.  
Navê bernamê: Nîlûfera Rengîn
Mêvan: Müslüm Gürses, Murat Akgün
Kanala Weşanê: TRT 6
Roja weşanê: 11 ê Îlonê, şeva Şemiyê
Saeta Weşanê: 21:00
Weşana dubare: 14 ê Îlonê, roja sêşemê,seet: 00:50

Balkêş e ?
Close
Back to top button