Cîhan
San Francisco dişewite
Li nêzîkî balafirgeha San Franciscoyê teqînek pêkhat û piştî teqînê şewatek mezin li hêrêma San Brunoyê derket.
Tê gotin ku di xeta gazê de teqînek pêkhat û piştra şewatek mezin çêbûye.Di encamê de 53 xanî û 120 karistan şewitiye.
Berpirsyarên asayîşê da zanîn ku kesek jiyana xwe ji dest da û gelek kes jî brîndar bûn û tîmên agirkûj jî ji bo vemirandina şewatê hewlên mezin didin.
Di vê navberê de berpirsyarên şîrketa gazê da zanîn ku , heta niha sedema teqînê ne hatiye tespîtkirin.
Ew kesên ku ji şewate rizgarbûn daxuyakirin ku piştî dengê teqînê agirekî mezin dîtin û ji mala xwe derketin û cihên bi ewlehiyê re reviyan.
Piştî teqînê gelek doktor û bijîşk ji bo alîkariya brîndaran ber bi nexweşxaneyên xwe ve çûn .