
Çalakîyên ku piştî agirbesta li Qerebaxê li Ermenîstanê ji alîyê muxalîfên Paşînyan ve hatibûn destpêkirin dewam dikin. Bi îddîaya ‘hewldana derbeyê’ û ‘kuştina Serokwezîr’ 8 kes hatin binçavkirin.
Çalakîyên ku li Erîvan a paytexta Ermenîstanê piştî ragihandina agirbesta li Qerebaxê dewam dikir, hikûmetê bi îddîaya hewldana derbeyê operasyonek li dar xist. 8 kes bi îddîaya “hewldana desteserkirina desthilatdariyê” û “kuştina Serokwezîr û endamên hikûmetê” hatin binçavkirin.
Li gor nûçeya ajansa nûçeyan Armenpress, di encama operasyonên xebatkarên Midûrîyeta Ewlekarîya Netewî û Buroya Lêkolînê ya Ermenistanê de 8 kes, ku 7 ji wan navên wan nehat zanîn, endamên “Rêxistina Cemîyeta Leşkerî-Welatparêz a Xaçparêzan” in. Ew 8 kes bi tohmeta kujtina endamên hikûmeta Ermenîstanê û Serokwezîrê Ermenîstanê Nîkol Paşînyan hatin girtin. Hat diyarkirin ku ji bo desteserkirina desthilatdariyê bikaranîna çek û cebilxaneyên ku di destê wan de bûn, wek amûrên sûc hatine dîtin.
Hat diyarkirin, van kesan bi awayekî ku di Destûra Bingehîn de nehatiye pêşbînîkirin, bi girtina hêzên hikûmetê amadekarîya desteserkirina bi darê zorê dikin. Di lêgerînan de amûrên ragihandinê, amûrên astengkirina ragihandinê, çek û cebilxaneyên van kesan hatin dîtin. Kesên navborî ji alîyê xebatkarên Midûrîyeta Ewlekarîya Netewî û Buroya Lêpirsînê ve hatin binçavkirin. Ji alîyê din, li gor nûçeyên di çapemenîya Ermenîstanê de cih girtin, hat gotin ku yek ji van kesan şaredarê berê yê Êrîvanê û cîgirê serokê berê yê rêxistina civakî ya “Yekîtîya Cerdevanên Dildar” Albert Bazeyan e ku bi tohmeta plana sûîqesta li dijî Serokwezîr Nîkol Paşînyan hatiye binçavkirin.
Hat diyarkirin ku lêpirsîna di derbarê kesên hatine binçavkirin de dewam dike û 8 ji kesên ku hatine binçavkirin leşkerên payebilind in.