CîhanRojev

Ermenî Qerebaxê diterikînin

Ermenîstanê ragihand ku 25ê Îlonê danê nîvro zêdetirî 4 hezar û 850 kes ji Qerebaxê derketine û hatine Ermenistanê. Nûnerên Ermenistan û Azerbeycanê wê 26ê Îlonê li Brukselê bicivin.

Herêma Karabax a ku di dema xwe de wek Kurdistana Sor (1923-1930) dihat naskirin û warê Kurdan bû, îro di navbera Ermenistan û Azerbaycanê de bûye qada şer. Piştî ku Kurdistana Sor ji alî Stalîn ve ji holê hat rakirin û piranîya Kurdan koçber kirin, herî dawî Ermenistanê di 1992an de zêdeyî 15 hezar Kurd kujtin, yên mayî jî koçber kirin û dest danî ser Karabax û derûdora wê a Kurdistana Sor. Wek dibêjin, ahê vî destî ji destê din re namîne. Îro jî Azerbaycan Ermenîyan ji Karabaxê derdixe û her du alî li ser axa Kurdan, li ser Kurdistana Sor şerê hev dikin.

Hikûmeta Ermenistanê ragihand ku piştî agirbesta li Qerebaxê û piştî operasyona leşkerî ya Azerbaycanê, 4 hezar û 850 Ermenîyên Karabagê ji herêmê derketine, sînor derbas kirine û xwe gihandine Ermenistanê.

Di dîmenên hatine parvekirin de tê dîtin ku bi dehan wesayit ji bo ji Qerebaxê derkevin derketine rê. Hikûmetê daxuyand ku ji danê sibê heta niha zêdetirî 2 hezar û 900 kes gihîştine Ermenîstanê.

Li gor nûçeya Reutersê, di daxuyanîya ku ji aliyê rêveberîya navnetewî ya ku li Qerebaxê hatiye avakirin de hatiye destnîşankirin ku 120 hezar Ermenîyên li herêmê dijîn, ji ber tirsa çewisandin û paqijîya etnîkî naxwazin wek parçeyek ji Azerbeycanê bijîn.

Back to top button