Cîhan

Li Enqere êrîşek çekdarî hate kirinkuştî û birîndar hene..

Li Kahramankazana navçeya Enqereyê li dijî navenda Pîşesaziya Fezayê ya Tirkiyeyê (TAI) êrîşek hate kirin. Piştî êrîşa çekdarî dema dengê teqîn û dengê çekan hat, hêzên ewlehiyê, agirkuj û tîmên tenduristiyê sewqî herêmê kirin. Wezîrê Karên Navxweyî Alî Yerlîkayagot: “Mixabin şehîd û birîndarên me hene.“ Di kamerayên herêmê de dîmenên çekdarên ku êrîşî TAIê kirin hatine girtin.

Li gora nûçeyên media Tirkî dibêjin ku, ev êrîçek “ teroristiye“ destnîşan dikin ku êrîşkar çekdarên PKKê ne.

# kes jinek û du mêr  bi otomobilekî diçin ber avahiya navenda Pîşesaziya Fezayê ya Tirkiyeyê. Li wê derê çekdara jinx we bi bombeyê diteqîne û herdu çekdarên din dikevin nava avahiye, ihtimale hinek karmend dîl hatibin girtin û hêz herdu çekdar di nava avahiyê de ne.

Niha biryara qedexeyê di derbarê bşyerê de hatiye ragihandin.

Wezîrê Karên Hundir Alî Yerlîkaya der barê êrîşê de rewşa dawî eşkere kir. Wezîr Yerlikaya di daxuyaniya xwe ya li ser hesabê xwe yê medyaya civakî da wiha got: “Di êrîşa terorê ya li dijî tesîsên Sanayiya Fezayê ya Tirkiyeyê (TAI) ya Enqereyê ya Kahramankazanê da 2 terorîst hatin berterefkirin. Mixabin di êrîşê da 3 şehîd û 14 jî birîndar bûn.

Rehma Xwedê li şehîdên me be; Ji birîndarên me re şifayê dixwazim. Ez vê êrîşa hovane şermezar dikim. Têkoşîna me heta terorîstê dawî bê berterefkirin wê bi israr û biryardarî bidome. Ji kerema xwe daxuyaniyên ji çavkaniyên fermî tên dayîn bigirin.”

ANKARA SON DAKİKA Ankarada patlama mı oldu Son dakika TUSAŞ haberleri…
ANKARA SON DAKİKA Ankarada patlama mı oldu Son dakika TUSAŞ haberleri…

Wêne: Ji CNN Turk hatine girtin

Back to top button