Îsraîl ragihand ku Haşim Seyfeddîn ji aliyê wan ve hatiye kuştin
Artêşa Îsraîlê ragihand ku wan Haşim Seyfeddîn, kesayetê ku dihat payîn ku şûna serokê kuştî yê Hizbullahê Hesen Nasrallah bigirta, beriya 3 hefteyan di êrîşeke asmanî de kuşt.
Li gor daxuyaniya Hêzên Parastina Îsraîlê (IDF), Haşim Seyfedîn di êrîşên esmanî yên li ser başûrê Beyrûta paytexta Lubnanê hat kuştin.
Hizbullahê derbarê mijarê de ti daxuyanî nedan.
Seyfeddin ê ku dihat îdiakirin ku şûna serokê Hîzbullahê Nasrallah ê ku ji aliyê artêşa Îsraîlê ve hatî kuştin, ji serê meha cotmehê ve agahî jê nayê girtin.
Karbidestên Îsraîlî berî niha ragihandibûn ku îhtimal heye Seyfedîn hatibe kuştin, lê bi awayekî teqez ev yek piştrast nekiribû.
Serokê rêxistinê Hasan Nasrallah di 27ê Îlonê de li Beyrûtê di êrîşa hewayî ya Îsraîlê de hatibû kuştin.
Di dema ku rayedarên Hizbullahê gotibûn ku piştî êrîşên esmanî yên li nêzî Balafirgeha Beyrûtê di 4ê Cotmehê de peywendiya wan bi Seyfedîn re qut bûye, çapemeniya Amerîkî ragihandîbû ku armanca êrîşan Seyfeddîn bû.
Di daxuyaniya xwe ya roja Sêşemê de, artêşa Israîlî diyar kir ku Seyfeddîn ligel Elî Husên Hazima ku weke fermandarê navendê binav dike, di êrîşa li ser navenda sereke ya îstixbarata rêxistinê li Beyrûtê de hatiye kuştin.
Seyfedîn di sala 2017an de ketibû lîsteya “terorîstên cîhanî” yên DYA û Erebîstana Siûdî.