Erdogan di Lûtkeya Kazanê de bi Pûtîn re hat ba hev
Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayîp Erdogan li Kazana Rûsyayê ku ji bo Lûtkeya Serokên BRICSê çûbû Rûsyayê bi Serokê Rûsyayê Vladîmîr Pûtîn ra hat ba hev. Di hevdîtinê de Pûtîn êrîşa li dijî TAI’ê ya li Enqereyê şermezar kir û ji Tirkiyeyê re sersaxî xwest. Pûtîn piştî hevdîtinê daxuyanî da û got, “Peywendiyên Rûsya-Tirkiyeyê xwedî karaktereke cîrantiya baş in.”
Li gor daxuyaniya Ragihandinê ya Serokatiyê diyar kir ku têkiliyên Tirkiyeyê yên bi Rûsyayê re her ku diçe xurt dibin û pêşde diçin û ji bo vê di her warî de dê berdewambin.
Erdogan diyar kir ku helwêsta welatên BRICSê ya li hemberî êrişên Îsraîlê dê doza mafdar a Filistînê xurtir bike û berdewamiya piştgiriya çek û teqemeniyê ya bê şert û merc ji Îsraîlê re vî welatî teşwîqê êrişê dike.
Serokomar Erdogan destnîşan kir ku di mijara Sûriyeyê da hemahengiya di navbera Tirkiye û Rûsyayê da di berjewendiya hemû aliyan da ye û wiha got: “Tirkiye di têkoşîna xwe ya li dijî hemû rêxistinên terorê bi taybetî PKK/YPGyê de bi biryar e û bal kişand ser girîngiya li dijî hewldanên ku zirarê dide yekparçeyiya axa Sûriyê.
Wezîrê Karên Derva Hakan Fîdan, Wezîrê Enerjî û Çavkaniyên Siruştî Alparslan Bayraktar, Wezîrê Bazirganiyê Omer Bolat, berpirsiyarê Ragihandinê yê Serokomariyê Fahrettin Altun û serokê Teşkîlata Îstixbarata Neteweyî (MÎT) Îbrahîm Kalin jî beşdarî hevdîtina Pûtîn û Erdogan bûn. .