Li Emerîka `Kurdistana Biçûk` ava dibe

Li gor nûçeyeke rojnameya The Washington Times de hatiye belavkirin, ji ber zêdebûna hejmara Kurdan ya li eyaleta Nasville êdî navê wê eyaletê bi Kurdistana Biçûk tê binavkirin.

Li gor zanyariyên rojnameyê hejmara Kurdan ya li vî eyaleta Emerîkayê roj bi roj zêdetir dibe û di nava gelê Emerîkayê de jî navê Nasville êdî zêdetir bi navê Kurdistana Biçûk tê binavkirin.

Rapora ku ji aliyê Jennifer Harper ve hatiye amadekirin, zêdetir balkişandiye li ser hejmara penaberan û bi cîhbûna wan ya li ser eyaletên cûr bi cûrên Emerîkayê. Her wiha li gor zanyariyên ku rojnamevan dide zanîn li paşarojê de dibe ku bi awayeke fermî jî navê Nashville biguhere û bibe Kurdistana Biçûk.

 

Taybet Rojeva Kurd

 

 

Nerîna min :