Li Êlihê afişên sosret
Li Êlihê (Batman) li ser billboardan bi sernivîsa ‘’Em li dijî van in’’ hatiye deliqandin û têde nivîsa ‘namus’ jî hatiye nivîsandin û ji ber nivîsa dijberiya namusê bala gelek kesan kişand.
Berê jî ji aliyê DTP û Tevgera Jinên Azad a Demokratikê ve (DÖKH) li Êlihê di gelek çarrê û li ser kolanan pankartên wekê ‘’Em Jinin ne namusa ti kesîne’’ ‘’Namusa me Azadiya me ye’’ hatîbûn deliqandin û hem ji aliyê rêkxistinan ve hem jî ji aliyê Êlihiyan we hatîbû şermezar kirin lê digel van tepkiyan deliqandina heman afişê bala hemwelatiyan kişand.
Di afişê de ‘Roja Hevgiriya Jinan û Têkoşîna li Dijî Şideta li Hemberî Jinan a Navneteweyî’ hatiye binavkirin û Em wekê jinên rêxistinên KESK, Genel İş û Sendiqayê Petrol-İş’ê heta azadiyê bimeşin hatiye nivîsandin. Her wiha di afişê de digel nivîsên li dijî tundûtijiyê, tecawuz û îstîsmariya zarokan, nivîsa ‘Li dijî Namus’ jî diyar dike ku dîsa ji aliyê hemwelatiyên Êlihî û ji rêxistinan re tepkiyên nû bihêne kirin.
Berê ji heman afişên bi vî rengî ji aliyê rêxistinên sivîl, pêşengen fikr û ramanî û ji kesên Êlihê bersivek wekê ‘Namus di rihê Kurdan de heye’ hatîbû dayîn.