Cîhan

Xwendekarên Ewropî rabûn ser piyan

Hikumeta Îngîlîstanê di çarçoweya kêmkirina jêbûna butçeyê de xerçên zanîngehan 3 qat zêde kirin û xwendekar li qad û kolan meşiyan.

Xortên Îngîlîz duh li Londonê xwepêşendanên xwe yê duyemîn kirin û êrîş birin li avahiyên fermî û li hemberê polêsan jî pev çûn. Hinek ji van xwendekaran bi cilên dibistanê beşdarî çalakiyan bûn. Li ser diwarên wezaretan jî dirûşmên wekê ‘’Şoreş’’ , ‘’Jêkirinên Hikûmetê perçe bikin’’ hatin nivîsandin.
 
Xwendekarên bihêrs ji tirimbêlên polêsan jî êrîş kirin û zirarên aborî dan. Piştî bûyeran 2 polîs û 13 xwendekar brîndar bûn 15 xwendekar jî hatin girtin.Hikûmeta Îngîlîstanê dixwaze xerçên zanîngehan 3 qat zêde kir û

Li Îtalyayê hikûmeta yekîtiya rastgirên navendî jî guhertina zagonên zanîngehê , rastî tepkiyên tundûtijiya xwendekaran hat. Doh li Romayê grûbekî xwendekar daxwaza dagirkirina Avahiya Senato kirin lê xwendekar rastî mudexelayê polêsên hatin.

Xwendekarên Îtalî bi piştgiriya Mamosteyên xwe li Mîlano,Roma,Florensa û li Torînoyê guhertina zagonê şermezar kirin.

Back to top button