Palîn : Koreya Bakur hevgirtiya me ye

Sarah Palîn di qeyrana Koreyê de rexne li Obama dike lê ji aliyêkî dî de jî got : ‘’Divê em li ba hevgirtiyên xwe ya Koreyê cih bigrin’’.

Sarah Palîn ji bo  hilbijartina bê xebatên xwe didomîne û dixwaze di listî Partîya Komarîxwazan de namzetiya xwe deyne lê ji ber gotina ‘’Hevgirtiya me ya Koreya Bakur’’ rastî rexneyan hat.

Palîn ji bo raportejê  di bernameyekî radyoyê de axifiye lê ji ber gotinekî çewt ji aliyê gelek kesan ve hate rexne kirin. Xeletiya wê bi carkî ve ji pêşkeşvanê radyoyê ve hate rast kirin lê dîsa rêya rexneyan nehatiye girtin.

Kesên ku rexne dikin mînakê hilbijartinên Serok Dewletî ya 2008 didin û dibêjin : Ew xeletiyên Palîn nîşan dide ku ji siyasetên derweyî bê xebere û zanabûna wê gelek kême.

Rojnameyên Ewropî û Asyayî jî li ser Palînê rexne barandin

Nerîna min :