Îroj

26'ê Sermawez

26’ê Sermawez

Rojî Pêşmergeyên Kurdistan ji tevahî Kurdan re pîroz be.

Di sala 1945’an û di rojekê wek îroyê de xortên qehremanê bajarê Mehabadê dest be ser bingeha serkeft û gevşandina rejîma sîtemkarê pehlewî dagirtin û ala rengînê Kurdistanê li ser fermandarîya Mehabadê daçekandin. Ji wê roje şûnde ji aliyê Partiya Demokrata Kurdistana Îranê ve wekê roja Pêşmerge hatiye binav kirin.

Pêşmergeyên Kurdistanê bi canfîdayî, xebat û berxwedana netewa Kurd li her çar parçeyan de li haletê neteweyeke di bin tirsa asîmîlasyon û ji navçûnê rizgar kir û bû hegerê bi hêz bûn nasnameya netewî, xwedî derketin li nirx û buhayên netewî û hoşyarî û serbilindya neteweya gelê me.

Pêşmerge ew xortê can fîdaye ku ji bo bextewerî û serbestiya netewa xwe amadeyê mirina xwe pêş pêxe û jiyana xwe bikete fîdayê gel û armanca rizgarya xwe. Ji ber ku armanca Pêşmerge armanca jiyan xoşewîstî, rizgarîxwazî, paqijî, jyana bi aştî û xweşî bûye, Pêşmerge bi kiryar û jiyana rojaneye xwe mînaka herî berçave jyana azad, paqij mirov dostî û humanîzmê ye.

Lewma di vê rojêde di bîranîna roja pêşmergê kurdistanê de, di bîranîna xebatkartrîn û fîdakartrîn çîna netewa Kurd hewceye xebat û fîdakarî û nirxên ku pêşmergeyên bi xebata xwe bi jiyana netewa Kurd zêde kirine bikevine bernîqaşê.

Pêşmerge tenê nirxek hîzbî an rêkxistnî nîne, nirxek netewî û buhayek mirovaneye ku felsefa wê li xwe gorî kirin ji bo jiyanek baştir bo mirovaniyê tê dîtin.

Pêşmerge senbola bihara jîna mirovaniyêye ku bi helbijartina jiyanek kurt lê tejî dixwaze nirxên jiyan xoşewîstiyê fêrî mirov bike û netewa xwe di gel buhayên azadî û serbestî jiyanê aştî bide.
 
Îro li hel û merca pêşveçûna xebata netewî û giştgir bûna bizava netewîde, Pêşmerge tenê ew xebatkarê çek bidest li serê çiyayan nîne, çepera xebata Pêşmergeyan li çiya ber bi kargeh, zanko, bazar û hemû deverên jiyana mirov girtiye ber xwe û xebat ji bo serbestî û rizgariyê bûye beşek cuda nekirî li jiyana hemû xelkê Kurdistanê. Lewma em dikarin bi şanaziyê bi xebata pêşmergeyan bikin ji bo giştî kirina nirx û buhayên mirovaniyê û daçekandina ala rengîne serhildanê li ser hemî çiya û bilindyên jiyana mirovê Kurd.

Di vê rojê de digel rêzgirtin li qehremanî, kesayetî û jiyan xoşewîstiya Pêşmergeyan em silavên xwe dişînin ji bo malbatên şehîdan û girtiyên siyasî li hember brîndar û pêşmergeyên kêm endam serê rêzê ditevînin.
 
Silav li pêşmerge senbola xebat, jiyan xoşewîstî û berxwedanê yekitiyê Kurdistana mezin…

 

Back to top button