Gotara serokê hikûmetê di roja cîhanîya şideta li dijî jinan de
Bi navê xwedayê mezin û dilovan
Xwîşk û birayên birêz
Ev bernameyê berhingarbûna şideta li dijî jinan wezîfeyeke civakî, siyasî û şaristanî ye. Divê li hemû ast, post û meqeman û di hemû warên jiyanê de pêwîste em li dijî vê êşê rawest in.
Li destpêkê ez destxweşiyê li wezareta rewşenbîrî, wezareta navxwe û wezaretên din yên ji bo amadekirina vê merasimê alîkarî kirine, dikim. Herwesa sipasiya Neteweyên Yekgirtî dikim bo sazkirin vê merasimê.
Berî ku ez weke serokê hikûmetê baxivim, min divêt weke hevwelatiyekî vî xakî, weke hevniştimaniyek û weke mirovek bêjim ku bêy çareserkirina pirsên şideta li dijî jinan, xebatên me yên din bo çareserkirina pirsên aborî, siyasî û îdarî dê bê encam bin.
Weke serokê hikûmetê jî, ez bi wezêfeya xwe û hevalên xwe dizanim ku ji bo wekheviya jin û mêran û nehêlana bindestî û şideta li dijî jinan bixebitin, ew jinên ku dayîkên me ne, pîrekên me ne û xwîşkên me ne û hêz û şiyanên mezin yên civakê me ne. Ji sedema rewşt û tîtalên paşvemayî û nezanînê heta nuha weke pêwîst di warên cihê de ji bo ku îmkanênê xwe nîşan bidin û pirosesa avadankirina welêt lezgîntir bikin derfet jê re peyda nebûye.
Vê kategoriyê her çiqas di xebata rizgarî û azadiya xak û welêt de kêmasî nekiriye, lê di pirosesa hukimdarî, avadanî û pêşxistina welêt de, ji ber adetên paşvemayîyên civakê û zalbona tradîsyona piyawsalarî (patriark) jin hatîne bêpar kirin û rê ji enerjiya jinan re ku, ji ya mêran nekêmtir e, nehatiye dayîn ku bi awayekî aktîv û weke pêwîst di pirosesa avadaniyê û pêşkeftina welêt de rola xwe bilîzin.
Xwîşk û bira
Damezrandina Civata Bala ya Xaniman û derkirina qanûneke teybet bo nehêlana şideta nav malabatan, ji bo ku rê li pêşiya bindestkirina jinan û diyadeya şideta li dijî jinan bigire, ku îro ew yek bûye wezîfeyeke lezgîn a karê hikûmeta herêma Kurdistanê û parlamentoyê, civata bala ya xaniman yek ji wan saziyên hikûmetê ye ku giringiyê bi rola jinan û afretan dide û alîkariya wan dike ku beşdariyê di karê siyasî û hukimdariyê de bikin.
Mebest ji danan Civata Bala ya Xaniman ewe ku hikûmeta herêma Kurdistanê bi hemû wezaret û saziyên xwe ve, bi yek xîtaba yekgirtî û li gor yek mekanîzma biyardanê giringiyê bi xaniman û cîyê wan yê siyasî, abûrî û civakî bide. Ne bi tenî yeke wezaret wê wezîfeyê bigire ser milên xwe. Em naxwazin giringiya jinê di yek wezaretê de kombikin, lê bi hebûna Civata Bala ya Xaniman, dê hemû wezaretên hikûmetê ji maf û daxazên jinan berpirsiyar bin.
Mixabin destbikarkirina wê Civata Bala ya Xaniman ji ber hin sedeman paşket, lê ez dixazim li vir ji we re bêjim ku di demeke nêzîk de ew Civat dê dest bi karên xwe bike û me pêşniyara Pexşan Zengene kiriye ku serokatiya wê Civatê bike û digel rêxistinê cihê yên jinan û afretan ji bo timakirina endamên Civatê şêwermendiyê bike.
Em hêvîdar in ku ew Civat di kêmkirina zixta li ser jinan, nehêlana şideta li dijî jinan, giringîdan bi saxlenmiya wan, guhertinên civakî û kûrkirina adetên medenî û wekeheviyê di civaka kurdewarî de roleke mezin bilîze.
Xwîşk û bira
Her ciqas di esas de diyardeya bindestkirina jinan û şideta li dijî wan diyadeyeke kulturî, civakî û abûrî ye, lê di rastîyê de ew diyadeye derbasî warê siyasî û yasayî jî bûye, ji ber hindê ji wezîfeya hikûmet û saziyên peywendîdar e ku li dijî wê diyadeyê rawestin. Her çiqas sîstema Kota bo xaniman, wergirtina çend postên îdarî û dadwerî, serketin bo serokatiya partiyan û bo nav palamentoyê destkeftiyên mezin û ber çav in jî, lê tevî vê jî, hêvîdar im li parlamentoya Kurdistanê, di dema danan her pirojeqanûneke peywendîdar de, hertim pîvanên wekheviya jin û mîran li ber çavan bê girtin. Herwesa di destûra herêma Kurdistanê de bi zelalî mafên jinan bên bicih kirin. Em jî li hikûmeta herêma kyrdistanê bi erkê xwe yê mirovatî, şaristanî û qanûniyê dizanin ku li rêza pêşiyê bin bo parastina mafên jinan.
Diyardeya kuştina bi navê parastina namûsê li hemebr qanûn, mafên mirovî û ola pîroza îslamê tawaneke mezin e. Rastvekirina qanûnan û liberçavgirtina tawanên kuştina bi enqest, pêngaveke giring bû bo rû bi rûbûna wan tawanan. Lê mixabin heta nuha bi hêcetên cihê û ji sedema kulturê paşvemayî hêşta şûnewarên wan tawanan berdewam in. Heta li nav kurdên Ewropa jî de car caran birînên me kûr dikin û navûdengên kurda pîs dikin. Di heftiya çûyî de, ew tawana kuştina li jêr navê parastina namûsê li Swêdê çêbûyî, em gelek êşandin.
Li gor wan îstastîkên li rêveberiya berhingarbûna şideta li dijî jin û afretan hatîn weşandin, di şeş mehên destpêka îsal de li herêma Kurdistanê 59 haletên kuştin, 239 şewitandin, 671 îşkencedan, 23 haletên şideta seksî û 1028 gilîname li ser şidetê hatine tomar kirin. Ev îstastîk ji bo hikûmeta herêma Kurdistanê û bo kurdewariyê cîyê dilgiraniyê ne, divê em di çarçoveyê qanûnê de ji bo kêkirin û nehêlana wan bi cidî kar bikin.
Diyardeya sinetkirina jinan li gor hemû pîvanan diyardeyeke paşkeftî û binpêkirina mafê mirovî û buhayên pîrozên ola îslamê ye. Her çiqas îstastîk ne kamil in jî, lê li gor şopandina wezareta saxlemiyê ya hikûmeta herêma Kurdistanê, ev diyardeye li deverên ser bi wêlayeta Duhokê ve nîne, lê hêşta li hindeke deverên ser bi wîlayeta Silêmanî û Hewlêrê berdewam e.
Li gor îstastîkan, miqayîse digel salên pêş 1991ê vê diyadeyê kêmkiriye, lê hêşta her gelek e û cîyê tirs û şermezariyê ye. Divê em hemû, hikûmet, parlamento û aliyên din, ji bo pesindkirina madeya qedexekirina sinetkirina jinan di qanûna şideta nav malbatan de kar bikin. Divê zanayên îslamê ji bo nehêlana vê diyardeya şermezarî rola xwe bilîz in. Helwesta pr.dr. Elî Qeredaxî û Mistefa Zelmî ciyê teqdîrê ye
Xwîşk û birayên birêz
Ez dixazim li vir dubare bikim ku prensîpên stratejîk yên hikûmeta herêma Kurdistanê li dor maf û cîyê jinan, li gor pirensîpên mafê mirovî, mafê azadiyê, dabînkirina asayîş û aramiyê bo jinan, parastina wan li gor qanûnê, razînebûn bi tu awayên cudahiyê, îşkenceyê û miamileya memirovane ye.
Hikûmeta herêma Kurdistanê piştevaniya pesindkirina qanûna nehêlana şideta navmalbatn dike û daxazê ji parlamentoyê dike ku wê qanûna girin zû derbike. En dupat dikin ku hikûeta herêma Kurdistanê ji bo cîbicîkirina manîfestoya cihaniya mafê mirovî û rêkeftinên navdewletî yên taybet bi mafê jinan hevkar e. Em atmosferekî ku, li gel pêdawîstiyên kurdewarî minasib be, bo zêdetir beşdarîkirin û lîstian rola xwe di jiyana medenî û siyasî de pêkbînin.
Di vê rojê de destxweşiyê li rêxistinên afretên Kurdistanê, yên ku taybet di vî warî de dixebitin, û hemû wan yên mafên jinan diparêzin dikim. Ez bi pêdvî dizanim ku daxazjê ji wan bikim ku ji bo ew diyardeya şideta li dijî jinan li ser erdê nemîne zêdetir karên hevbeş bikin û hişiyariya civakî rola xwe bibîne. Herwesa ji bo edaleta civakî, wekehevîya mafan di navbera hemû takên (ferd) civakê de, hevkariya hikûmeta xwe jî bikin.
Bi vê minasebetê daxazê ji rojnamevanan, nivîskar, rewşenbîr, hunermen, mamosteyên xwendigeh û zanîngehên Kurdistanê, mamosteyên olî û tevaya çîn û kategoriyên civakê dikim ku ji bo zêdetir binbirkirina diyardeyên pîsên nav civaka me û nehêlanan diyardeya şideta dijî xaniman û ji bona jiyaneke bextewer bo her takekê/î Kurdistanê, xebatên xwe gerim bikin.
Li dawiyê hêvîdar im ev kampaniye, kampaniyaya berhingarbûna şideta malbatî bi giştî û şideta li dijî zayendê mêyîne, bi taybetî li Kurdistanê, bi serkeftî karên xwe encam bide, hemû aliyek jî hevkarên serxistina vî bernameyî bin.
Gelek gelek sipas dikim