Civak
Li Elezîzê teqinek bi hêz kuştî û birîndar gelekin
Li Elezîze otomobilek bombekirî hate teqandin.Di encama teqînê de kuştî û birîndar hene.Îro sibehî demjimêr 9.20 ê de li ber avahiya Emniyeta Elezîzê teqînek gelek bi hêz çêbû.Otomobilek ku li ber avahiyê hatî sekinadin hate teqandin.Di encam teqînê de li gora agahdariyên niha heyîn 3 polisa jiyana xwe ji dest da û zêdeyî 100 kes jî birîndarin.Avahiya Emniyetê 6 kilometir ji bajêr dûr e . Xelkê bajêr dibêjin ; teqînek gelek hêz bû. Herweha li hemû deverê bajêr hate his kirin û wek erdhêjekî bû.Her gava diçe ihtimala kesên ku jiyana xwe ji dest dane zêdetir dibe.