Endamê Rêveberiya PKKê Murat Karayilan di kanala televizyona Newroz a girêdayê PKKê de, bahsa rewşa Kurdistana Rojhilat kir û got: Nabe partiyên Rojhilatî li dijî Îranê şer û xebatên çekdarî bikin ji ber ku şerê li dijî Îranê xizmeta Tirkiye û Erebistanê dike, ji ber ku şerekî mezhebî ye!Herweha Karayilan berdewama gotara xwe de dibêje: Bila partiyên Rojhilatî li şûna şerê çekdarî, xebatên siyasî, sivîl û çandî bikin.Li himber vê daxûyaniya Karayilan , endamê Polîtburoya PDKÎ Kerîm Perwîzî bi tundî li hember wan gotinên Karayilan nerazîbûn nîşan daye û gotiye, şêwaza xebata her parçeyeka Kurdistanê ji aliyê xebatkarên wê beşa Kurdistanê ve tê destnîşankirin ji ber ku ew baştir dizanin çawa xebat bikin.Kerîm Perwîzî ji malpera fermî ya partiya xwe re gotiye, li Îranê firsend û derfeta xebatên siyasî û sivîl bo kurdan nîne lewma ew neçar in şer bikin, lê li Tirkiyê ew firsend û îmkan heye wê çaxê çima li wir şer û xebata çekdarî tê kirin?!
Pêş
01/07/2025
Li Kerkûkê teqînên bi hêz çêbûn
01/07/2025
Erdhejek li Şemzîna rûda.
Têkildar
Balkêş e ?
Close