Civak

Li Elezîzê lerza 5.0 erhejek pêkhat

Li Elezîzê bi lerza 5,0 erdhejek pêk hat. Erdhej li parêzgehên derdorê jî hat hîskirin. Wezîrê Karên Navxweyî Alî Yerlîkaya daxûyakirin ku, rewşeke neyînî tune ye.
Li gorî daneyên Serokatiya Rêveberiya Rewşa Afet û Lezgîn (AFAD) li Elezîzê di saet 17.04an de bi lerza 5an erdhejek pêk hat. Erdhej bi kûrahiya 16,22 kîlometre di bin erdê de pêk hat.

Rasatxaneya Kandîlliyê mezinahiya erdhejê 5,1 û kûrahiya wê jî 5,0 kîlometre ragihand.

Erdhej li parêzgehên derdorê jî hat hîskirin.

Back to top button