Civak
Li Elazîzê bi hêza 4.9 erdhej!

Li bajarê Elezîzê li bakurê Kurdistanê erdhejek rûda. Serokatiya Rêveberiya Karesat û Awarteyan (AFAD) ragihand ku li navçeya Xoxê ya Elezîzê saet di 21:09an de erdhejek bi hêza 4.9 pileyî çêbûye.
AFAD ragihand ku erdhej 11.31 kilometraya di kûrahiya erdê de çêbûye.