Li Duhokê alayê Îraqê înan xwarê
Berpirsê ragihandinê yê Koma Parastina Alayê Kurdistanê Çekdar Etroşî diyar kir ku, weke bersvek bo fermana serokwezîrê Iraqê Nûrî Malikî ya daxistina alayê Kurdistanê li devera Xaneqînê, wan 2 alayên Iraqê li Duhokê daxistine.
Çekdar Etroşî ji AKnewsê re got:
– Me li Duhokê, li du cihan, alayê Iraqê anî xwarê, yek Benzînxaneya Zerîland û ya din jî Hotela Resen bû.
– Divê Malikî bi fermî daxwaza lêborînê ji xelkê Kurdistanê bike û biryara xwe jî paşve bikşîne. Heke wisa neke, dê çalakiyên tundtir jî pêk bînin û divê di nav 48 saetan de lêborînê bixwaze.
– Heke serokwezîr Iraqê daxwaziyên me pêk neyîne, em dê ji serokê herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî daxaz kin ku ji Malikî bixwaze lêborînê ji welatiyên herêma Kurdistanê bixwaze.
Koma Parastina Alayê Kurdistanê ya Duhokê sala 2007ê hatiye avakirin û karê wê parastina Alayê Kurdistanê ye.
Wek tê zanîn, serokwezîrê Iraqê Nûrî Malikî, nameyek ji waliyê Diyalayaê re şand bû daxaz jê kir bû ku alayê Kurdistanê li ser bane saziyên hikûmetê li Xaneqînê bînin xwarê . Lê qaymeqamê Xaneqînê ev yek red kir û hikûmeta Herêma Kurdistanê jî pişgiriya xaneqîniyan kir.