Yekşemiya bê Barzanî digel heyeta çûye Bexdayê dicive
Fuad Hisên serokê dçwana serokatiya herêma Kurdistanê di daxuyaniyekê de ji çapemeniyê re eşkere kir ku biryare serokê Kurdistanê roja yekşemiya bê digel heyta çûye Bexdayê bicive.
Hisên got heftiya çûyî heyeteke siyasî ya herêma Kurdistanê serdana Bexdayê kir bû û hevdîtim digel serokomar. Serokwezîr û serok û berprisên aliyên siyasyên Îraqê re civîn û hedîtin pêkanî bûn û wê heyetê raporek li ser encamên serdanan xwe amade kiriye û biryare di roja yekşemiya bê de digel Mesûd Barzanî serokê herêma Kurdistanê wê raporê minaweşe bikin.
Serokê dîwana serokatiya herêma Kurdistanî got jî ku, rapora heyeta çûye Bexdayê dê bê minaweşekirin û serok Barzanî jî dê têbîniyên xwe li ser diyar bike.
Tê çaverê kirin ku, di van rojan de heyeteke fermî ya hikûmeta herêma Kurdistanê bi serokatiya Berhem Salih serokê hikûmetê serdana Bexdayê bike.
Weke tê zanîn 4ê vê mehê şandeyeke herêma Kurdistanê ku ji Fazil Mîranî sekreterê polîtbûtoya PDK, Mela Bextiyar berprisê kargêriyê polîtbûroya YNK, Huad Hisên serokê dîwana serokatiya herêma Kurdistanê, nûnerê Yekgirtuya Îslamiya Kurdistanê û nûnerê Komela Îslamiya Kurdistanê sersna Bexdayê kir bû.