Polîtîk

Piştî du salan nûnerê hikûmetê ê Swêdê diyar bû

Berpirsê têkeliyên derve yê hikûmeta herêma Kurdistanê di daxuyaniyekê de bo malpera fermî ya hikûmeta Kurdistanê  got ku di van nêzîkan de nûneratiya hikûmeta Kurdistanê li Swêdê dê bê vekirin û nûnerê hikûmetê ji bo welatê swêdê hatiye destnîşan kirin.

Felah Mistefa berprisê têkeliyên derve got:
– Di çarçoveyê siyaseta hikûmeta herêma Kurdistanê ya di warê vebûna ber bi cîhanê ve û avakirina têkeliyên dostanî li ser bingehên berjewendiyên hevebş, hikûmeta herêma Kurdistanê nûnerên xwe  yê nû bo welatê swêdê destnîşan kir.

Mistefa got ku bi fermana jimare 2557 ya roja 13.0.2011ê, bi îmza Berhem Salih serokê hikumetê,  biryara damezrandina  Hêriş Xule Ezîz Ferhan weke nunerê hikumeta herêma Kurdistanê li welatê Siwêdê hatiye diyar kirin.

Weke tê zanîn di meha çûyî de li Hewlêrê di bin serokatiya mesûd Barzanî serokê Kurdistanê de Kunferensa nûneratiyên hikûmetê çû bi bû û serok Barzanî gelek tekîd li ser rola nûneratiyên hikûmeta herêma Kurdistanê yên derve kir bû.

Ev nêzêkî du salan bû nûneratiya hikûmeta Kurdistanê li Swêdê daxistî bû û bê nûner bû.

Back to top button