Civak

Li Diyarbekirê cih di nexweşxana de nemaye

Şoba vîrûsa Korona li hinek bajarên bakurê Kurdistanê gelek pêşve diçe û hêjmara kesên bi vê nexweşîyê dikevin zêde dibin. Li bajarên wek, Wan, Batman , Sêrt û taybetî li Diyarbekirê hêjmara kesên ku bi nexweşiyê dikevin gelek zêde bûye. Lê Diyarbekirê di nexweşxana de cih nemaye.

Li gora pizijkan di van 4 rojên dawî de hêjmara nexweşên Koronayê % 15 zêde bûye , ev yek jî metirsiyek mezin peyda kiriye. Li gora pisporan xelk gelek guh nadin daxûyaniyên fermî û rûpêça bi kar naynin, ji bo vê jî ji 10ê meha Hezîranê pêve karanîne rûpêça dibe mecburî. Cezayê kesek bê rûpêçbe 900 lîrê Tirkiye

Back to top button