Civak

Li Diyarbekir teqînek bi hêz

Nêzikî Diyarbekirê li ser sê rêya Mêrdin, Diyarbekir û Batmanê  teqînek bi hêz çêbû. Di teqînê de gelek birîndar hene. Teqîn nêzik avahiya polisên Trafikê ku li ser rêye çêbû. Li gora gahdariyan Otomobilek bombekirê hatiye teqandin.Piştê teqînê gelek ambulans çûn cihê bûyerê. Li gora gahdariyan heta niha du polis û kesek sivîl jî jiyana xwe dest daye. Lê heta niha di derbarê kuştî û birîndara de tu agahdariyek fermi tuneye.Cihê teqîn lê bûyî li himber banzinxaneyek heye û benzinxanê jî zererek mezin dîtiye.Gelek otomobilên li ser rêya Batmanê jî zerer ji teqînê dîtin.Li gora agahdariyên herî dawî ; 4 polis  û du kesên sivîl jiyana xwe ji des daye ûji sivila kesek zarok e.

Back to top button